Berîka vala û sinordarkirina hatûçonê bazarê sist kiriye

În, 24 Avrêl 2020 – 08:08  TERZE TEHA/ROJNEWS

Berîka vala û sinordarkirina hatûçonê bazarê sist kiriye

Ji ber nedana muçe û sinordarkirina hatûçonê, valehî û bêdengiyek zêde di nava bazara Silêmaniyê de heye. Welatiyan diyarkirin ji ber nedana muçe û qedexeya hatûçonê ew bêkar mane û nikarin mîna salên din pêdawistiyên xwe yên meha Remezanê bikirin.


Nêzî hefteyeke li Silêmaniyê bêy hikûmetê qedexeya hatûçonê hatiye rakirin û rê bi vekirina beşek berbiçav ya dikan û bazaran hatiye dayîn. Li gora berpirsên bajêr dibêjin ji ber bêxemiya hikûmetê û alîkarî nedana welatiyan, her wiha nedana muçeyê karmendan biryara rakirina qedexeyê hatiye dayîn.

Berîka vala û sinordarkirina hatûçonê bazarê sist kiriye. Rakirina qedexeya hatûçonê ta radeyek hêvî bi kesên karker re daye çêkirin. Lê bi qasî niha tê dîtin rakirina qedexeyê nekariye bazarê bixe tevgerê.

Bi qasî 45 roj in Hikûmeta Herêmê bi behaneyên cûda cûda muçeyê karmendan nedaye. Ev yek jî di demek de  ye ku niha ji ber daketina nirxê petrolê ziyanek mezin bi aboriya gelek welatan ketiye, lê bandora vê yekê niha bi temamî li ser aboriya Herêma Kurdistanê xwe nedaye der. Tê  gotin wê di mehên pêş de ev bandor bi awayek berbiçav were dîtin. Hikûmetê jî diyarkiriye ku ji nîvî zêdetir çavkaniyên dahatê ji destdane.

Di yek demê de nedana muçe û rawestandina bazarê welatiyan xistiye zorê. Her wiha ti asoyek jî diyar nine ku wê rewş berbi asayîbûnê ve here. Dibe ku qirîza darayî ya vê carê girantir be, lê wê demkurt be û ne mîna ya 2014’an be.

Di roja yekem ya meha Remezanê de bazar li gorî salên din gelek bêdeng û vala ye. Di salên derbazbûyî de çend rojek ji beriya meha Remezanê qerbalixiyek zêde li bazarê çêdibû. Lê îsal wekî dihat pêşbînîkirin ne bazar germe ne jî berîk tije ne.

Welatiyê bi navê Mihemed Ebdulrehman diyarkir zêdetirê meheke ne kar kiriye ne jî hikûmetê alîkarî bi wî re kiriye. Mihemed diyarkir bazar bi temamî vala bûye û kiryar jî tenê pêdawîstiyên sereke dikirin.

Welatiya bi navê Dunya Ebdulwahid ku ew jî ji bo kirina hinek pêdawîstiyan hatibû bazarê, da zanîn sedemê valabûna bazarê û bêdengiya li bazarê nedana muçeye. Dunya diyarkir ew tenê ji bo pêdawîstiyên sereke bikire hatiye bazarê.

Rêbîn Ehmed ku ew jî xwediyê dikana cilûbergane destnîşankir ku ji ber girtina bazarê û nebûna muçe ziyanek mezin dîtine. Her wiha diyarkir ji ber derbazbûna demsalê wî piraniya cilûbergên di dikana xwe de rakirine û sala bê jî ji ber derbazbûna modelên wan wê bi zehmetî bikarin bifiroşin.

Jina bi navê Sitare Ehmed jî diyarkir ew teqawîtbûye muçeyê wê mehane 200 hezar dînare, lê mehek û nîve muçeyê xwe wernegirtiye. Sitare Ehmed da zanîn ku ti çavkaniyek din a wan ya dahatê nine, her wiha eşkere kir ew nexweşe lê ji ber nebûna pere ew nikare here nexweşxanê û dermanên xwe bikire.

Karkerê bi navê Karzan Ezîz jî got, bazar gelek bêdeng û vala ye, demê karkirinê  gelek kême, Ezîz diyarkir ger rewş bi vî awayî here ew ê nikaribin kar bikin. Ezîz da zanîn ji niha şûnde hewa germ dibe û karê wan jî di saetên êvarê de derdikeve, lê hikûmet tenê heya saet şeşan destûr bi karkirinê dide.

Ji beriya du rojan li gelek bajar û navçeyên Herêma Kurdistanê karmendan çalakî li dijî nedana muçe lidarxistin û di çalakiyan de daxwaz ji hikûmetê kirin dema hikûmet muçe neda pêwîste di şûna wê de xerciyan kêm bike û bacê li ser welatiyan kêmtir bike.

(şk)

 

 

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist