ÇOMAN
Rayedarên hikûmeta Herêma Kurdistanê îdia dikirin wê giranî li bazarên Herêmê çênebe, lê niha li nava bazarên Herêma Kurdistanê nirxê piraniya kelûpelan giran bûye. Hikûmeta ku bi xwe bûye sedema giranbûnê, niha dixwaze bi rêya zextên li ser dikandaran, kontrolê li ser bazarê bike. Welatî jî ji van zextên hikûmetê nerazîne. Piraniya qesabên bajaroka Çomanê ji ber giraniyê derê dikanên xwe girtine.
Ji serê salê ve li bazarên Herêma Kurdistanê nirxê kelûpelan bi taybetî jî madeyên xurakê yên wek ard, rûn û birinc gelek giran bûne. Her çiqas hikûmeta Herêma Kurdistanê, wezareta bazirganî û pîşesazî ya hikûmeta Herêmê îdia dikirin ku depo tije ne ji madeyên xurakê û pêwîst nake welatî ji giranbûna nirxan bitirsin, lê berovajî roj bi roj li bazaran nirxê tiştan giran dibe.
Welatiyên bajaroka Çoman a ser bi parêzgeha Hewlêrê derbarê sedemê girani û bandora wê ya li ser welatiyan ji Rojnews re axivîn.
Welatiyê bi navê Hadî Hesen ê ji bajaroka Çomanê diyarkir giraniya nirxan bargiraniyek zêde li ser welatiyan çêkiriye û got: “Tevî ku muçe nine, kar nine, lê roj bi roj nirxê kelûpel û xurakê giran dibe. Ger wisa berdewam bike wê êdî welatî nikaribin pêdawîstiyên xwe yên rojane bikirin. Mixabin roj bi roj qeyran li pey qeyranê bi ser welatiyan de tên.”
Hadî Hesen da zanîn li Çoman û Balekayetî nirxê kelûpelan li gorî deverên din ên Herêma Kurdistanê girantire û wiha domand: “Ji bo mînak ger li cihên din heşt nan yan jî şeş nan bi hezar dînarî be, li vir çar nan bi hezar dînarî tê firotin. Bi qasî hefteyeke jî tevayî qesabên deverê ji ber rê nehat dayîn ew jî nirxê goşt girantir bikin, dikanên xwe girtine. Ev yek jî bargiraniya li ser milê welatiyan zêdetir dike.”
Welatiyê bi navê Rêbaz Eshed jî li ser giraniya nirxan got, “Niha hikûmet muçe nade, di ser de jî nirxê kelûpelên xurakê gelek giran bûne. Bi taybetî li Çomanê nirxê rûn, birinc, ar û tiştên din ber bi zêdebûnê ve diçin. Ti çavdêriyek jî li ser bazarê nayê kirin.”
Giraniya nirxan li Balekayetî bargiraniyê li ser dikandar û xwediyên xwaringehan jî kiriye û ziyanek mezin dîtine. Xwediyên xwaringehan diyar dikin ger bi vî awayî nirxê tiştan giran bimîne, wê ji neçarî derê xwaringehên xwe bigrin.
Zîrek Ebdulrehman xwediyê yek ji xwaringhên Balekayetî ye, Zîrek got, “Giraniya nirxan bargiraniyê li ser tevayî beşên civakê kiriye. Ev bi qasî hefteyeke tevayî qesaban derê dikanên xwe girtine û boykot kirine. Em jî neçarin ji bo kirîna goşt berê xwe bidin navçeya Soranê. Ji bona wê bandorê li ser me jî dike û ziyan digihe me, wisa here em ê neçar bin derê xwaringehên xwe bigrin.”
(kş)