Parlamenterê Herêma Kurdistanê Elî Heme Salih diyar kir ku di nava 10 mehên destpêkê yên îsal de bi hezaran ton vexwarinên alkol derbasî Herêma Kurdistanê kirine û di warê gumrikê de ji bo rê hatiye xweş kirin.
Li gorî agahiyên Parlemanterê Herêma Kurdistanê Elî Heme Salih parvekirine di nava 10 mehên destpêka îsal de 2 hezar û 839 ton vexwarinên alkol bê gumrik û kontrol derbasî Herêma Kurdistanê hatiye kirin. Li gorî yasayê gumrikê vexwarinên alkol ji sedê 30 buhayê wan e.
Elî Heme Salih eşkere dike ku dibe ku ev hejmar zêdetir be.
Li gorî Elî Heme Salih ev vexwarinên alkol ji aliyê 5 şirketên bi navê Golden Flavour, Gulnar, Hand Down, Ynabee Reh û Oriental derbasî Herêma Kurdistanê bûne.