‘Bila mirin li Şengalê be ne li ber deriyê xelkê’

Hecî Silêman ku di dema êrîşên DAIŞ’ê de ji bajaroka Til Izêr xwe spastiye Çiyayê Şengalê, jiyanek nû ava kiriye û dibêje, “Em heya neha ji Şengalê derneketine û dernakevin jî.Heke mirin be bila em li Şengalê bimirin ne li ber deriyê xelkê.”


Hecî Silêman yek ji şêniyên bajaroka Til Izêr a Şengalê ye.Jiyana wî tevahî li Şengalê derbas bûye û dema ku çeteyên DAIŞ’ê di 3’yê Tebaxa 2014’an êrîşî herêmê kirin jî, warê xwe terk nekiriye.

Dema çeteyan êrîşî Şengal û derdora wê kirin, Hecî  Silêman li mala xwe ya bajaroka Til Izêr bû. Wê demê wî jî wekî bi hezaran welatiyên din, bi malbata xwe re, xwe spartin Çiyayê Şengalê.

 Hecî Silêman ku tevî gelek zehmetiyan jî warê xwe terk nekir û jiyanek nû ava kir, çîroka xwe ji Rojnews re vegot.

“Beriya fermanê em li ser mal û milkên xwe bûn, zehmetî hebûn, lê em keyfxweş bûn, ji ber ku em ne mehtacî tu kesî bûn.Di 3’yê Tebaxa 2014’an re DAIŞ’ê êrîşî me kir, em jî wek hemû xelkê Şengalê ji ser malên xwe koçber bûn.Min û malbata xwe me biryar da ku em ji çiyayê  xwe dernekevin, ji ber ku me tenê ev çiya heya.Di roja fermanê de megot, mirin carek e, çi dibe bila bibe, em ji Şengalê dernakevin. Heke mirin be bila em li Şengalê bimirin, ne li ber deriyê alemê.”

Piştî ku Şengal û derdora wê ji çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin jî, Hecî Silêman û malbata xwe ji ser çiyayê Şengalê daneketiye xwarê. Ji ber ku vê derê ji bo xwe wekî cihekî aram dibîne. Nexasim dest bi avakirina jiyanek nû kiriye û dibêje em muhtacî tu kesî nabin.

Hecî Silêman diyar kir ku ew di nava jiyanek zehmet de ne, her wiha dedora wan tije dijmin bûne, lê ew jî liber xwe didin û ji bo ku muhtacî tu kesî nebin, ew bixwe karê xwe dikin.Hecî Silêman destnîşan kir ku wan di salên destpêkê yên fermanê de gelek zametî kişandine, lê niha hêdî hêdî karê xwe dikin, dest bi çandiniyê kirine û jiyana xwe didomînin.

Hecî Silêman ku li ser Çiyayê Şengalê çandiniyê jî dike got: “Îsal xêr  û berket li Çiyayê Şengalê zêde bûye.Barana îsal li Çiyayê Şengalê devereke bê av nehiştiye. Em jî karê xwe dikin.”