‘Boykot ji bo zêdebûna berhemên navxweyî firsendeke’

Aborînas Neberd Kerîm destnîşan kir, boykot ji bo zêdebûna berhemên navxweyî firsendeke û daxwaz ji hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku ji bo bihêzkirina aboriya navxweyî li ser berhemên ji derve tên bacê zêde bike.


Boykota malên Tirkî li Başûrê Kurdistanê berdewam dike û her diçe berfireh dibe. Aborînas û mamostayê Zanîngeha Silêmaniyê Neberd Kerîm têkildarî feydeya boykota malên Tirkî ya ji bo pêşxistina berhemên navxweyî ji Rojnews re axivî.

Aborînas Neberd Kerîm diyar kir, du feydeyên boykotê hene û got, “Ya yekemîn ew e, welatî vê weke çekekê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk bi kar tînin. Feydeya din jî ew e, ji bo zêdebûna berhemên navxweyî faktoreke ku bazirgan girîngiyê bidin berhemên navxweyî.”

Kerîm wiha domand: “Mirov çi qasî girîngiyê bide berhemên navxweyî, ji bo zêdebûna kar jî dibe firsendek. Niha dikarin sîstema bazirganiyê biguherin. Têkildarî sektora pîşesazî, turîzm û çandiniyê di her şert û mercî de Herêma Kurdistanê dikare piştgiriyê bide ekonomiya navxweyî.”

Neberd Kerîm anî ziman ku divê mirov berhemên niha li Herêma Kurdistan tên hilberandin bi kar bîne, yên li herêmê nînin jî li şûna yên Tirkiyeyê yên welatên din bi kar bîne.

Kerîm da xuyakirin ku pêwîst e kabîneya hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê butçeya ji bo veberhêneriyê zêde bike û wiha axivî: “Hewce ye zêdetir girîngiyê bide çandinî, pîşesazî û turîzmê.”

Aborînas Neberd Kerîm herî dawî jî got, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo bihêzkirina aboriya navxweyî divê li ser berhemên ji derve tên bacê zêde bike. Ev jî ji bo mirov zêdetir girîngiyê bide berhemên navxweyî dibe faktorek.”

(yş)