Boykota malê Tirkî bazara navxweyî germ kiriye

Welatiyên Başûrê Kurdistanê li hemberî  dewleta Tirk a dagirker pêngaveke berfireh a boykotkirina malên Tirkî daye destpêkirin. Vê boykotê li aliyekî jî hişt ku daxwaza berhemên navxweyî zêdetir bibe. Yek ji rêveberê kargeha rûnê zeytûnan a Helebce diyar kir ku firotina rûnê zeytûnan ji sedî 75 zêde bûye.


Ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Rojavayê Kurdistan welatîyên Başûrê Kurdistanê ku dest bi boykotkirina malê Tirkî kirin, pêngava boykotê her diçe berfireh dibe. Bi vê re di firotina berhem û kelûpelên navxweyî yên Başûrê Kurdistanê jî de jî zêdebûneke berbiçav xuya dike.

Li Helebceyê kargeha rûnê zeytûnan ku bi temamî zeytûnên li bax û baxçeyên Kurdistanê çêdibin bi kar tîne, rojane 3 hezar lître berhem digihîne bazaran.

Yek rêveberên kargehê diyar kir berhema çêdibe bi temamî xwezayî û xwemalî ye û got, “Ev zeytûn ên baxçeyên Kurdistanê ne. Em zeytûnan bi du cureyan ji cotkaran werdigirin, kîloya wan ji 250 dînarî heta 650 dînarî dikirin.”

Rêveberê kargehê anî ziman ku daxwaza berhemên navxweyî di vê pêvajoyê de zêde bûye û wiha dewam kir, “Berhemên me li gor berî niha bi mehekê ji sedî 75 zêde bûye.”

Cotkar Nejad Elî yê li bajaroka Pîremegrûn dimîne û zeytûnên xwe anîbû kargehê da xuyakirin ku kargeh tiştekî pir baş e û got, “Em daxwaz dikin hikûmet çend kargehên din jî bi vî awayî ava bike da ku em zeytûnên xwe bikin rûn û bi awayekî erzan bişînin bazaran. Ji ber yên ji derve tên mirov nizane çi ye û çawa çêkirine.”

(yş)