Çalakiya şofêrên barhilgir dewam dike

Şofêrên wesayîtên barhilgir yên deriyê sînor yê Perwêzxan duh dest bi grevê kirin û çalakiya wan dest bi grevê kirine. Şofêran diyarkirin ku heya daxwazên wan pêkneyên wê çalakiya wan dewam bike.


Li deriyê sînor yê Perwêzxan a dikeve ser îdareya Germiyan, komek şofêrên wesayîtên barhilgir duh dest bi grevê kirine û hîn jî çalakiya wan dewam dike.

Duh nûnerên şofêran got ku  şofêrên wesayîtên barhilgir ji ber 3 sedeman grevê ragihandine û got; “Ji her wesayitekê 20 hezar dînar digrin. Em dawaz dikin ev pere nemêne. Sedemê dûwem jî ewe ku tê payîn komek wesayîtên din yên barhilgir bînin nava xeta barhilgiran. Em daxwaz dikin ev biryar were hilweşandin. Sedemê sêyem jî biryar hatiye dayîn ku amêra lêkolîn kirinê bînin danin. Dema tiştên derbaz dibin pere ji şofêran distînin, şofêr dixwazin eve pere were rakirin.”

Îro jî berdevkê şofêran Aram Sayexan di derbarê çalakiyê de ji Rojnews re axivî û got; “Em li gel îdareya Germiyan civiyan û me li ser daxwazan axaftin kir. Wê jib o çareseriyê bi Wezarete Darayî re jî were axaftin.”

Li gorî agahiyan piştî civînê jî daxwazên şofêran nehatin pêkanîn û greva şofêran bi dawî nebû. Şofêran diyarkirin ku ewê heya daxwazên wan pêkwerin çalakiya xwe dewam bikin.

(nr)