Civîna parlamentoyê û binpêkirinên di parlamentoyê de

Li parlamentoya herêma Kurdistanê yasa tên danîn, lê di civîna yekem ya dema nû de binpêkirinên yasayî pêkhatin. Mamostayê beşê yasa Şoreş Hesen got ku pêwîst bî di civîna destpêkê de Desteya Serokatiya Parlamentoyê hatiba hilbijartin û hikûmet hatiba vakirin. Şoreş got ku raste aliyên siyasî binpêkirinane dikin, lê divê parlamento ku weke nûnerê xelkê ye van binpêkirinane qebûl neke.


Di 17’ê Sibatê de parlamentoya herema Kurdistanê di nava rewşek siyasî a xirab û nakokiyan de civiya. Di civînê de Desteya Serokatiya Parlamentoyê ya demkî hat hilbijartin. Fraksiyona YNK’ê ji ber nakokiya bi PDK’ê re tevlî civînê nebû. Mamostayê beşa yasa yê zanîngeha Silêmaniyê Dr. Şoreş Hesen ji RojNews re axivî û behsa binpêkirinên yasayî yên parlamentoyê kir.

Dr. Şoreş behsa civîna destpêkê ya vekirî ku beriya 112’rojan hatibû lidarxistin kir û got: “Pêwîst bû di civîna yekem ya parlamentoyê de, Desteya Serokatiya Parlamentoyê bihatiba hilbijartin. Paşxistina hilbijartina desteyê jî ne li gorî bingehê demokrasiyê ye. Paşxistina rûniştina parlamentoyê ne yasayi ye, ji ber ku ti rewşek ne asayî li herêmê ne bu ku civîn were paşxistin. Rewş aram bû, di civîna yekem de deste hatiba hilbijartin û hikumet pêkbihata.”

Şoreş li ser yasayî bûna hilbijartina serokatiya parlamentoyê jî got: “Li gorî yasaya parlamento û ya hilbijartina herêma Kurdistanê, pêwîst bû di rûniştina yekem ya parlamentoyê de desteya serokatiya parlamentoyê a ji bo 4 salan hatiba hilbijartin. Paşxistina vê mijarê tê wateya nedîtina îradeya gel. Raste aliyên siyasî van binpêkirinane dikin, lê divê parlamento ku weke nûnerê xelkê ye van binpêkirinane qebûl neke. Lê parlmento jî di xema berjewendiyên siyasî de ye.”

(nr)