Cotyarên Helebce: Ji ber boykotkirina malên Tirkî firotina berhemên me zêde bûye

Cotyarên li parêzgeha Helebce behsa giringiya boykotkirina malên Tirkî kirin û gotin; “Ji ber boykotkirina malên Tirkî, firotina berhemên me zêde bûne. Em bang li hikumetê dikîn daku alîkariya cotyaran bikin û êdî berhemên derve neyê kirîn.”


Li Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk ya ser Rojavayê Kurdistanê kampanyaya boykotkirina malên Tirkî dewam dike û her ku diçe berfireh dibe. Piştî boykotkirina malên Tirkî daxwaza berhemên navxweyî zêde bûye. Cotyarên parêzgeha Helebce li ser giringiya berhemên navxweyî û boykotkirina malên Tirkî ji Rojnews re axivî.

Cotyarê bi navê Star Xefar got ku boykotkirina malê Tirkî gelek başe û bazara berhemên navxweyî baş dike. Star di dewamê de destnîşan kir ku ger berhemên derve hawirdeyî herêmê neyê kirin, wê di van deman de berhemên navxweyî zindî bibe û wiha pêde çû; “Weke mînak kîloya nokên Tirkî bi 2 hezar dînarê Iraqê ye. Lê berhemê cotyarên me bi xwe kîloya wî bi 500 dînarî ye. Ev jî ziyanê dide berhemê navxweyî. Ger berhemê derve ji bo navxweyî neyê hawirde kirin, cotyar wê zererê jî nebînin.”

Li gorî Star erkê hikumetê piştgirî dayîna cotyarên herêmê ye û got; “Ger hikumet alîkariya me bike û serinceyan ji mere bîne, emê berhemên xwe yên 12 mehan di wan cihan de rakin û xirab nabin. Tiştek ya cotyarên Kurd ji cotyarên Îran û welatek din kêmtir nîne, tenê em piştevaniya hikumetê dixwazîn.”

Jina cotyar ya bi navê Nexşîn Elî jî li ser heman mijarê axivî û diyarkir ku ger girîngî ji bo berhemê Herêma Kurdistanê bê dayîn, bi qasî para Herêma Kurdistanê ew xwedî berhemin. Nexşîn da zanîn ku divê hikumet serinceyan ji bo wan bînin daku berhemên wan xirap nebin, ji ber ku ger serinc hebin wê hemû werzan berhemên xwemalî hebin. Li gorî Nexşîn hemû berhemên ji derve tên hawirde kirin, madeyên kîmyawî dinava wan de heye, lê berhemên navxweyî hemû xwezayîne û ti pirsgirêk wan nîne.

Nexşîn da zanîn ku boykotkirina malên Trikî bandorek baş li ser berhemên navxweyî çêkiriye û bazara berhemên navxweyî gelek zindî kiriye. Nexşîn di dawiyê de got; “Niha gelek welatî vedigerin û berhemên navxweyî dikirin, ev cihê kêfxweşiyê ye. Divê hikumet alîkariya me bike û berhemê me werbigre. Ev yek wê bibe girîngiyek ji bo berhemên navxweyî.”