Dahata xalên gumirgê bûye pirsgirêk dinavbera Hewlêr û Bexdayê de

Neçûna dahata xalên gumirgê yên Herêma Kurdistan ji bo xezîneya Iraqê bûye pirsgirêkek din dinavbera Bexda û Herêma Kurdistanê de. Ev yek jî dibe sedem ku pêşî li çend deriyek din werin girtin ji bo nebin deriyên navnetewî dinavbera Herêma Kurdistan û welatên cîran de. Herwiha dibe ku Iraq carek din xalên gumirgê dinavbera Kerkûk- Hewlêr û Silêmanî de dayne.


Herêma Kurdistan xwediyê çar deriyên sinorî yên navnetewî ye, pênc deriyên sinorî yên ne fermî jî heye. Salane di van deriyên sinorî re bi bihayê 20 milyar dolar bazirganî tê kirin. Li gorî yasaya îdareya darayî û qerzan a giştî ya Parlamentoya Iraqê, pêwîste dahata hemû xalên gumirgê yên Iraqê tevî yên Herêma Kurdistanê werin şandin ji bo hikûmeta navendî ya Iraqê. Lê heya niha Herêma Kurdistan vê yasayê bicih neaniye.

Nêzê mehek ji beriya niha Lijneya Darayî ya Parlamentoya Iraqê, Serokê Desteya Xalên Sinorî ya Iraqê  Kazim Îqabî daxwaz kir ku li ser xalên sinorî zanyarî bide. Li gorî ku Endamê Lijneya Darayî Mîza Qadir eşkere kirî, Kazim Îqabî li pêşiya Lijneya Darayî gotiye ku hikûmeta Herêm wê pabendê pênaseya gumirgên Iraqê bibe, lê ne amadeye ku dahata xalên sinorî bide hikûmeta navendî.

Di 29'ê Nîsanê de şandeyek ji lijneya aborî ya parlamentoya Iraqê serdana Hewlêrê kirin û li gel rayedarên hikûmeta Herêma Kurdistanê civiyan. Naveroka civînê li ser çend xalek ku girêdayî yekxistina xalên gumirgê û hemahengiya tendirûstî bû. Di civînê de giftûgo li ser dahata xalên gumirgan hatin kirin, lê li ser tu lihevkirinek çênebû.

Mijara dahata xalên gumirgê jî têkelî mijara radestkirina 250 hezar bermîl nefta rojane ji aliyê Herêma Kurdistanê ve were dayîna kompanya Iraqê Somo. Hikûmeta Iraqê ku vê yekê wekî pêşmerc ji bo şandina muçeyê karmendên Herêma Kurdistanê danîbû. Şêrwan Mîrza têkildarî vê mijarê wiha got; "Mijara dahata gumirgan girêdayî budceya herêmê ye, eger hikûmeta Herêma Kurdistan neftê radest bike jî wê dahata xalên gumirgan radest neke, wê demê wê dubare bibe pirsgirêk."

Endamê Lijneya Darayî yê Parlamentoya Iraqê Ehmed Hacî Reşîd di daxuyaniyek ji bo Rojnews'ê de qala sedemên radestnekirina dahata xalên gumirgê kir û wiha got; "Li gorî zanyariyên me çar mehin hikûmeta Herêma Kurdistan pereyê neftê ji Tirkiye wernegirtiye, ev yek jî bûye pirsgirêk ji bo hikûmeta Herêma Kurdistan. Ger hikûmeta Iraqê jî dahata gumirgan jê wergire wê hikûmeta herêmê bi tu awayek nekare çalakiyên xwe yên aborî bicih bîne."

Ehmed Hacî Reşîd destnîşan kir ku ew wek nûnerên Kurdan heya niha rêgirbûn ji bo ev mijar ziyanê bi xelkê herêma Kurdistanê negihîne, herwiha got ku ew nizanin wê heya kengê bikarin van hewildanên xwe berdewam bikin.

Çend carek şandeyên hikûmeta Iraqê serdana deriyên ne fermî yên Kêlê, Seyranben, Şuşmê û Pişte Tîleko kirin ku dikevin ser sinorê Îranê. Armanc ji van serdanan ew bû ku ev deriyên sinorî statûya deriyên navnetewî wergirin. Lê li gorî Şêrwan Mîrza gotî , yek ji sedemên nexistina van deriyan ji bo deriyên navenetewî sedem ewe ku hikûmeta Herêma Kurdistan dahata xalên gumirgê nade hikûmeta navendî.

Hewildanên hikûmeta Iraqê berdewamin ji bo îqnakirina hikûmeta Herêma Kurdistan ji bo ku dahata van xalên gumirgê bişîne ji bo hikûmeta navendî ya Iraqê. Tê payîn ku di rojên pêşde şandeyek ya hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser vê mijarê serdana Bexdayê bike.

Herî dawî jî Desteya Gumirgan ya Iraqê daxwaznameyek fermî ji Serokwerzîr Adil Ebdul Mehdî re şandiye ku ji bo biryara danîna xalên gumirgê dinavbera Kerkûk û Herêma Kurdistanê de erê bike. Di 22'Îlona sala 2018'an de li ser lihevkirina dinavbera Hewlêr û Bexdayê de xalên gumirgê dinavbera Kerkûk û Herêma Kurdistanê de hatibûn danîn. Lê piştre di 16'ê Sibata îsal de ev xalên gumirgê hatin rakirin.

(şk)