Deriyê Perwêzxan hate girtin

Şofêr li Deriyê sînor yê navnetewî Perwêzxan ku dinavbera Îran û Iraqê deye ketin grevê û derî ji bazirganiyê re hate girtin.


Deriyê sînor yê navnetewî ya Perwêzxan yek ji deriyê fermî ê dinavbera Îran û Iraqê de ye. şofêrên barhilgir ketin grevê û deriyê sînor li bazirganiyê hate girtin.

Berpirsê Peywendî û ragihandinê yê deriyê sînor yê navnetewî ya Perwêzxanê Aram Sayexan ji Rojnewsê axivî û sedema girtina deriyê sînor weke çalakiya grevê ya şofêrên barhilgêr da nişandan û wiha got: “Giliyê şofêrên barhilgêr hebû ku diyar dikin ku dema ew derbazî aliyê Îranê dibin pasdar ji bo wan pirsgirêkan derdixin û karê xwe hêdî rêve dibin. Dema vegerê de jî karê wan zû çareser nakin.”

Derî ji otomobêl û barhilgiran re girtiye. Tenê mirov bi lingan diçin û tên. Li gorî agahiyên ji bo çareseriya pirsgirêkê alî dicivînê dene.

(ep)