Di çalakiya li dijî wesayîtên artêşa Tirk de 9 leşker mirin 

Hat ragihandin ku di çalakiya dijî 2 wesayîtên artêşa Tirk a dagirker ku 16’yê Gulanê li nêzî bajaroka Sersingê ya girêdayî Amêdiyê pêk hatibû de 9 leşker mirine, 21 leşker jî birîndar bûne.


Di 16’yê Gulanê de herêma Suwara Tuka, li ser rêya bajaroka Sersingê ya girêdayî navçeya Amêdiyê ya Parêzgeha Duhokê saet di 11.30’an de, li dijî 2 wesayîtên ku leşkerên artêşa Tirk a dagirker têde bûn, çalakiyek pêk hatibû.

Çavkaniyên li herêmê ji ajansa me re ragihandibûn ku dema wesayît li ser rêya Duhok û Amêdiyê, li nêzî Sersingê û Suwara Tuka derbas dibûn, teqîn pêk hatine.

Piştî bûyerê, hin çavkaniyên li herêmê ragihandin ku di çalakiyê de wesayîtek ziyanek mezin dîtine û ya din jî derbe xwariye. Çavkaniyan destnîşan kirin ku di çalakiyê de 9 leşker mirine, 21 jî birîndar bûne. Her wiha çavkaniyan gotin ku ji birîndaran rewşa diduyan gelekî girane û yek ji wan serpel (yuzbaşi) ye. Tê gotin ku ev serpel birine Tirkiyeyê, lê li nexweşxaneyê miriye.

Piştî teqînê balafirên şer ên artêşa Tirk derdora bajaroka Şeladizê bombebaran kiribûn.

Nayê zanîn ka çalakî ji aliyê kê ve hatiye pêkanîn û heta niha tu hêzekî berpirsyariya çalakiyê ne girtiye ser xwe û têkildarî mijarê daxuyanî nedane raya giştî.