Di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyeyê de Lûtkeya Aborî û Bazirganiyê

Di demek de ku êrîşên dewleta Tirk li ser xaka Başûrê Kurdistanê dewam dike, li bajarê Hewlêr Lûtkeya Aborî û Bazirganiyê dinavbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê de pêkhat.


Li hola otêla Şareton ya li bajarê Hewlêrê Lûtkeya Aborî û Bazirganiyê dinavbera Herêma Kurdistan û Tirkiyeyê de hat lidarxistin. Di lûtkeyê de zêdetirî 50 kompanya û 150 bazirgan amade bûn. Serokê hawirde û henardeyên Herêma Kurdistanê jî amade bû.

Lûtke bi armanca girîngî dayîna peywendiyên aborî û bazirganiyê yên di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyeyê de pêkhat.

Herêma Kurdistanê ji bo zindîkirina berhemên Tirkiyeyê bûye bazarek girîng. Li gorî rêjeyên ne fermî asta hinardeya Tirkiye ya ji bo Herêma Kurdistanê di sala 2018’an de gihiştiye 6 milyar û 700 milyon dolar. Zêdetirî 1 hezar kompanya li Herêma Kurdistanê hene.

Lidarxistina Lûtkeya Bazirganiyê di demek wisan deye ku balafirên şer yên dewleta Tirk di 27’ê Hezîranê de li Kortekê komkujî pêkanî. Di encama êrîşa balafiran de ji heman malbatê 3 welatî şehîd bûn û 5 jî birîndar bûn. Beriya wê jî balafiran gundên nêzî Xakurkê bombebaran kiribû û di encamê de welatiyek şehîd ketibû.

(rn)