Di navbera Iraq û Tirkiyê de şerê hêkan

Wezîrê Çandiniyê ya Iraqê Salih Hûsnî nerazîbûn nîşana Sefîrê Tirk ê Iraqê Fatîh Yildiz ku serdana bazara hêkan a Iraqê kir da û got, “Hêkên Iraqê têrê heye û pêwîstiya me bi hêkên derve nîne. Eger bêxwestin em dikarin hinardeyê derve jî bikin. Gelo armanca serdana Fatîh Yildiz a ji bo bazara hêkan çibû? Wê ev serdan jî nekare qedexe anîna hêkên Tirkî biguhere.”


Wezîrê Çandiniyê Salih Hûsnî  îro li Kerbeleyê di daxuyaniyeke çapemeniyê de nerazîbûn nîşana Sefîrê Tirk ê Bexdayê ku serdana bazara hêkan a Iraqê kiribû û got, “Gelo sedema serdana Sefîrê Tirk Fatîh Yildiz ya ji bo bazara hêkan a Bexdayê çiye?.”

Hûsnî diyar kir ku gelek berhemên navxweyî yên Iraqê hene têra welat dike û zêdeye û got, “Gelek berhemên me hene têra giştî Iraqê dike. Ji ber vê pêwîst nîne em ji derve hawirde bikin. Eger pêwîst bike em dikarin wan berhemên zêde hinardeyê  derve jî bikin.”

Duh jî Wezareta çandiniyê yê Iraqê bi daxuyaniyeke nivîskî nerazîbûn nîşana Salih Yildiz dabû ku serdana bazara hêkan a Bexdayê kiribû û serdanê weke karek xirab hatibû binav kirin. Di daxuyaniyê de hatibû gotin ku hêkên ku li Iraqê tên berhem anîn têra Iraqê dike û pêwîstiya wan bi hêkên ji derve nîne. Her wiha hatibû gotin eger pêwîst bike, ew dikarin hêkan hinardeyê derve bikin.

Wezaretê gotibû, serdana Fatîh Yildiz a ji bo bazara hêkan biryara Iraqê ya derbarê wê de nagure û ew li ser biryara xwe bi israrin.

20’ê Tebaxê Fatîh Yildiz ji bo hinardekirina hêk û mirîşkên Tirkiye ji bo Iraqê serdana Wezîrê Çandiniyê Salih Hûsnî kiribû û jê xwestibû ku biryara qedexekirina hêk û mirîşkên Tirkiyê ji bo Iraqê betal bike. Wê demê jî Hûsnî biryardariya hikûmeta Iraqê ya derbarê hêk û mirîşkên Tirkiye de îfade kiribû. Lê tevî vê yekê di van rojên dawiyê de Fatîh Yildiz serdana bazara hêkan a Bexdayê kiribû, li gel hinek bazirganan hevdîtin pêkanîbû, ji bo zextê li hikûmetê bikin biryara qedexekirina hêkan rake. Ev jî hem rastê Wezaretê hat hem jî di medya mecazî de rastî nerazîbûna welatiyên Iraqê hat.

Di meha Gulanê de Wezareta Çandiyê ya Iraqê ji bo parastina berhmhêran û piştgirîdayîna hilberîna herêmî biryar da êdî mirîşkên cemidandî û hêk ji Ukrayna û Tirkiyê negire.

(bz)