Dirûna dexlûdan despêkir, cotyar daxwaza pereyê genimê salên borî dikin

Hîna hinek ji cotyarên Herêma Kurdistanê pereyê genimê xwe yê sê salên borî wernegirtine, li parêzgeha Hewlêrê jî werza dirûna ceh û genim despêkiriye. Cotyar ji wê rêjeya ku sayloyên Herêma Kurdistanê genim jiwan werdigrin bifikarin û diyar dikin ku baweriya wan bi hikûmetê nemaye. Wezareta Bazirganî jî got; Daxwaz ji Bexdayê kirine ku rêjeya wergirtina genim ji cotyarên Herêma Kurdistanê zêdetir bikin.


Werza dirûna ceh û genimê îsal ji ber baran barîna zêde û direng ketina werza biharê, 20 ta 25 rojan direng ket. Cotyar jî ji şêwazê wergirtina genim a sayloyên Herêma Kurdistanê bi fikarin. Herwiha pereyê genimê xwe yê sê salên borî wernegirtine. Têkildarî vê rewşa heyî cotyar ji Rojnews'ê re axivîn.

Cotyarê bi navê Kerîm Mihemed zêdetirî 30 salin karê cotyariyê dike, îsal li ser zeviyên xwe gemim çandiye, têkildarî rewşa cotyaran wiha axivî; "Tu baweriyek dinavbera hikûmet  û cotyaran de nemaye. Ji ber ku her yek ji me cotyaran ev çend salekin pereyê me li cem hikûmetê maye û hîna me wernegirtiye. Em ji şêwazê wergirtina genim li sayloyan bi fikarin. Ji ber ku ger me 21 ton genim hebe, hikûmeta Herêma Kurdistanê tenê şeş ton û nîv genim ji me dikire, genimê din jî em neçarin li bazara reş de bi erzanî bi firoşin. Ev yekjî ziyanê digihîne me, ji berku ew pereyê me lê xerc kirî ewqas jê nagihi me."

Cotyarê binavê Nafih Mistefa jî daxwaz ji hikûmetê kir ku di dema cotyaran genim radestî  hikûmetê kir,  bila pereyê cotyaran bidi, yanjî demek ji bo dayîna peran diyar bike. Nafih Mistefa di dewama axaftina xwe de got; "Niha pereyê min yên salên 2014-2015- 2016 li cem hikûmetê maye û hîna jî wernegirtiye. Ev yekjî bûye sedem ku êdî baweriya wan kesên ku em kelûpelên çandiniyê ji cem wana dikirîn bi me nayê û bi deyn jî kelûpelan nadin me."

Li aliyê din Rêveberê Giştî li Wezareta Bazirganî ya Herêma Kurdistanê Newzad Edhem ji rojnamevanan re got; " Li gorî bernameya ku Wezareta  Bazirganî ya Iraqê ji bo wergirtina genimê cotyarên Herêma Kurdistanê diyar kirî 340 hezar tone. Ji vêjî 100 hezar ton ji bo parêzgeha Hewlêrê ye, 112 hezar ton ji bo  parêzgeha Dihokê ye, 80 hezar ton ji bo parêzgeha Silêmanî ye, 20 hezar ton ji bo parêzgeha Helebce ye û 24 hezar ton jî ji bo îdareya Germiyan destnîşan kiriye."

Herwiha Newzad Edhem, eşkere kir ku wan ji bo çareserkirina kêm wergirtina genimê cotyaran serdana Bexda kirine û li gel Wezareta Bazirganiya Iraqê civiyane, wezaretê ji wan re soz daye ku ewê hîn zêdetir genim ji cotyarên Herêma Kurdistanê wergirin. Newzad Edhem got; "Wezareta Bazirganî têkildarî vê mijarê daxwaz kirin ku em bi nivîskî daxwaznameyek ji wanre binivîsin.  Me nivîsek ji bo wan şandiye, lê ta niha bersîva me nedane. Ji bona wê em li benda bersîva Bexda mane."

Têkildarî şêwazê wergirtina genimê cotyaran li sayloyên Herêma Kurdistanê jî Newzad Edhem wiha axivî;" Li her parêzgehek komîsyonek heye. Komîsyon dibin serokatiya Cîgirê Walî de ji endamên sayloyan, asayîş  û bazirganan pêktê, ew ji wergirtina genim berpirsyarin. Piştre çend komîsyonek ji Bexda tên çavdêriya wergirtina genim dikin û nimûne jê werdigrin. Wezareta Bazirganî jî ji bo wan pêdawistiyên ku ji bo vê pêvajoyê pêwîstin alîkarî dike."

(şk)