Dolarek bû 19 hezar tûmenê Îranî

Piştî axaftina Serokê Emerîka Donald Trump ya di civîna giştî ya Neteweyên Yekbûyî ya Newyork’ê de, pereyê Îranê li hember dolar nirx wenda dike. Niha dolarek dike 19 hezar tûmenê IIranê.


Beriya salekê wek îro, li bazara Îranê nirxê  dolarek 3800 tûmen bû. Lê niha nirxê tûmen daketiye û dolarek dike, 19 hezar tûmen. Ev leza bilindbûnê ya dolar eger neyê rawestandin wê heya êvarê dolarek bibe 20 hezar tûmen.

Ajansên nuçeyan yên Îranê duh belavkirin ku rêjeyek zêde welatî berê xwe dane bazarên dolaran yên li bajarên mezin yên Îranê. Kesên bazara dolaran dikin jî dibêjin ew jî nizanin wê çawan vê bazarê kontrol bikin.

Ev demeke ku Bankaya Navendî ya Îranê îda dikir ku ew dikare bazar dolar kontrol bike, lê piştî dît ku nayê kontrol kirin, êdî dest ji kontrolkirina bazara dolaran berda. .

Ji ber tûmen nirx wenda dike, ev jî dibe sedema bûhabûna tiştan. Her roj nirxê tiştan zêdetir dibe.

Ev di demekê de ye ku hîn ambargoya ku Trump digot wê di 5’ê Mijdara 2015’an de pêk bînin, destpê nekiriye. Welatiyên IIranê jî ji vê krîza aborî ya li IIranê nerazî û nîgeranin.

(ep/bz)