Dukandarek din jî hemû malê Tirkî şewitand

Dukandarekî ji bajaroka Kifrî weke helwesteke li dijî êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker hemû berhemên Tirkî yên di nava dukanê de da ber agir û diyar kir ji vêya şûnve êdî tiş tişteke Tirkî nagire.


Boykota malê Tirkî li Başûrê Kurdistanê her diçe berfireh dibe. Tevî ku malê Tirkî di dukanên gelek esnafan de heye jî, esnaf jî piştgirî didin boykota malê Tirkî û ew jî bi şewitandina malê Tirkî yên berê kirîne,  helwest nîşan didin.  

Her bi heman armancê dukandarê bi navê Karzan Miwefeq ê ji bajaroka Kifrî ya Germiyanê şevê din, weke helwesteke netewî hemû malên Tirkî ya di nava dukanê de da ber agir. Karzanê xwediyê  dukana ‘Çêkirin û xweşîkkirina wesayîtan’ e hemû tiştên Tirkî yên di nava dukanê de şewitand.  

Karzan diyar kir herçend di warê madî de zirer kiriye jî lê ew weke helwesteke netewî çûye biryareke bi vî awayî û got, “Ji vêya şûn ve êdî malê Tirkî nagirim. Naxwazim welatek bi pereyê min çek bikire û bi wî pereyî, jin û zarokên Kurd qetil bikin.”

Heya niha gelek dukandar, marketên mezin yên Başûrê Kurdistanê di çarçoveya pêngava boykotkirina malê dagirkeran de malên Tirkî li şîrketên wan zivirandine û yên nekarîne bizivirînin jî şewitandine. Li gorî zanyariyan ji ber welatî malê Tirkî nakirin, qîmetê malê Tirkî li herêmê ketiye û welatî jî bi ti awayî nakirin.  

(bz)