Dukandarekî Kerkûkî hemû malê Tirkî li xwediyê wî vegerand

Esnafekî Kerkûkî yê xwedî dukaneke şûşe û amûrên xweşîkkirina nava malê, hemû malzemeyan li ser şîrketa Tirkî ya jê kirîbû de vegerand û diyar kir ew êdî ti maleke Tirkî naxe nava dukana xwe.


Nêzî meheke li Başûrê Kurdistanê weke helwestek netewî û exlaqî, li dijî dagirkeriya Tirk a li ser Rojavayê Kurdistanê boykota malê Tirkî destpêkiriye. Bi heman armancê welatî û esnafên bajarê Kerkûkê jî tevlî pêngava boykotkirina malê Tirkî dibin.

Esnafê bi navê Aram Refet yê xwediyê dukana şûşe û amûrên xweşîkkirina nava malêye boykota malê Tirkî kir û amûrên Tirkî yên di nava dukanê de li şîrketa ku jê girtiye re vegerand. Aram Refet têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî û ev tişt got, “Weke erkeke exlaqî, mirovî û netewî, min pêwîst dît ku boykota malê Tirkî bikim. Min jî boykota xwe di nava dukanê de da destpêkirin. Divê em hemû tevlî boykotê bibin. dAxwazê ji hemû dukandar û xwediyên Mall dikim boykota malê Tirkî bikin. Lê alternatîfa malê Tirkî pir heye, tenê hinek wext dixwaze heya cihê wê dagire. Tiştên kalîteya wan ji ya Tirkî zehf baştir heye. Ji ber vê daxwazê ji welatiyên Kerkûkê dikim, malê Tirkî nekirin.”

Têkildarî derketina heb di nava kêkek Tirkî de jî Refet wiha axivî, “Berê niha çend rojan me dît heb di nava kêkek Tirkî de derket. Têgotin, ew heb zarokan şeht (felç) dike. Tirkiye ji bo nava Tirkiyê berheman cûda derdixe, ji bo Başûrê Kurdistanê jî bi şêweyeke xirap û bê kalîte çêdike.”

Aram Refet diyar kir ew bi armanca li dijî faşîzma Tirk a li ser Rojavayê Kurdistanê boykota malê Tirkî dikin û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir, “Ez êdî bi ti awayî tiştê Tirkî nayênim nava dukana xwe û boykot dikim.”

(bz)