Endama Nûnertiya Rêveberiya Xweser ya Rojavayê Kurdistanê a li Herêma Kurdistanê, da zanîn ku ji bo vekirina deriyan heya niha ti agahiyek li ber destê wan nînin. Rêveberê gumirka herêmê jî diyarkir ku girtina deriyan zerere. Aborînas Haşim Zêbarî jî got; “Divê deriyên ser sînor ji destê aliyek siyasî were derxistin.”
Di 16’ê Kanunê de çekdarên ser bi PDK’ê bêyî ku Hikumet û Parlamentoya Herêmê biryarek bidin, deriyên Sêmalka û El Welîd, li ser Rojavayê Kurdistanê girtin û hîn nehatiye vekirin. Nerazîbûna dijî girtina deriyan, roj bi roj zêde dibe.
Derbarê girtina deriyan de, endama Nûnertiya Rêveberiya Xweser ya Rojavayê Kurdistanê a li Herêma Kurdistanê Nurşan Hisên ji Rojnews re axivî.
Nurşan Hisên got ku hîn jî derî girtîne û derbarê vekirinê de jî ti agahiyek li ber destê wan nînin. Nurşan di dewamê de dibêje; “Îro ji feriyê El Welîd rê ji bo welatiyên ji Rojava tên Başûrê Kurdistanê vekirin, piştre carek din wê derî bigrin.”
Rêveberê Giştî yê Gumirka Herêmê Samal Ebdulrehman jî ziyanên girtina derî de ji Rojnews re axivî û got; “Ji ber girtina derî, bazirganî li deriyê Fîşxabûr nayê kirin, em tam nikarin ziyan û zerera girtina derî ji bo Herêma Kurdistanê çende, lê em vê dizanin ku di warê aborî û bazirganiyê de, zererê dide.”
Aborînas Haşim Zêbarî jî derbarê ziyanên girtina derî de got; “Di warê aboriyê de ji bo her dû aliyan jî ziyane, bi taybet jî ji bo Herêma Kurdistanê. Ji ber ku ji li wan deriyan bi milyonan dolar dest dikeve, lê bawer nakim ew dahat bikeve berîka hikumetê, tenê ji bo hizbane. Hezaran kesên jiyana wan li ser wan deriyan bûn, niha bê kar mane. Kel û pelên ji Rojavayê Kurdistanê dihatin, xwedî kaliteyek baş bûn, ger carek din ew tişt neyên wê bihayê wan jî giran bibe. Ji ber ku berhemên li herêmê, têra bazarê nake, bi taybet jî di warê goşt de.”
Haşim Zêbarî dawiyê de jî dibêje; “Ji bo Rojavayê Kurdistan û Herêma Kurdistanê ziyan zêdene, pêwîste, ne li ser aliyek siyasî be, ew derî bikevin ser Hikumeta Herêma Kurdistanê.”
(nr)