Henardekirina nefta  Îranê ji sedê 80'î kêm bûye

Piştî ambargoya Amerîka ya li dijî Îranê û bi dawîbûna dema 8 welatên bi Îranê re bazirganiya neftê dikirin, henardekirina nefta Îranê ji sedê 80 kêm kir û gihîşt rojene li jêr 500 bermîlan.


Ajansa Reutersê di raporekî xwe de ku li gorî agahiyên çavkaniyên bazara neftê daye, Îranê di vê mehê de, 250 hezar heta 500 hezar bermîl neft henarde kiriye. Li gorî vê rêjeya henardekirina nefta Îranê ji sedê 80 kêmkiriye.

Piştî ku dema Amerîka ji welatên Japonya, Çîn, Tirkiye, Iraq, Hindistan, Îtalya, Taywan û Yewnanê re danîbû ku êdî nikarin li gel Îranê bazirganiya neftê bikin, bi dawî bû henardekirina nefta Îranê kêm kir.

Li gorî daneyên Bazara Cîhanê ya Neftê, rêjeya henardekirina nefte Îranê ji berî vekişîna Amerîka ya ji peymana nukllerî rojene 2 milyon û 500 heta 2 milyon û 800 hezar bermîl bû.

(ab)