کوردی
العربية
Arşîv
Şemî, Rêbendan 23, 2021
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne

Heta niha jî berhemên herêmê ji bo welatên derve nikarin bên şandin

  ROJNEWS- TERZE TAHA
15/07/2020 - 7:45:27 am
in ABORÎ
0 0
A A
FacebookTwitterWhatsappEmailTelegramPinterest

Salih û Nizar ên du mînakên ji hezaran cotyarên Herêma Kurdistanê ne ji ber ti planeke hikûmetê nîne û berhemên wan nayên firotin, îsal jî ev qas ked û westandina wan vala çû. Berpirs û aliyên pêwendîdar ên li Herêma Kurdistanê ji bo çareseriya pirsgirêkên cotyaran îsal jî ti planek pêşkeş nekirine. Heta niha ji ber nebûna erêkirina belgeya kontrolê berhemên navxweyî yên Herêma Kurdistanê ji bo derve nikarin bên şandin.

https://rojnews.news/wp-content/uploads/2020/07/%D8%A8%DB%95%D8%B1%D9%87%DB%95%D9%85-%D9%86%D8%A7%D9%88%D8%AE%DB%86-%D8%AC%D9%88%D8%AA%DB%8C%D8%A7%D8%B1-%DA%A9%D8%B4%D8%AA%D9%88%DA%A9%D8%A7%DA%B5-%D8%B3%D9%84%DB%8E%D9%85%D8%A7%D9%86%DB%8C-%D8%B9%DB%95%D9%84%D9%88%DB%95-2.jpg.webp

Pirsgirêka ku berhemên çandiniyê yên Herêma Kurdistanê nayên firotin ev gelek sal in bûye derdekî mezin ê cotyaran. Weke salên borî îsal jî piraniya berheman bi xisar çûn. Beşek ji cotyarên parêzgeha Hewlêr berhemên xwe li ser cadeyan rijandin. Li Silêmaniyê jî cotyar berhemên xwe li ser xelkê dabeş dikin.

Cotyarê bi navê Salih Qadir diyar kir ku berhemên xwe ji bo firotinê aniye hala sebze û fêkî ya Silêmaniyê, lê kes pirs nake û got, “Zebeş cureyên herî baş in, lê kîloya wê 150 dînar jî nake.”

Salih Qadir bal kişand ku îsal 15 donim zevî kiriye zebeş û wiha dewam kir, “Ev sala bê ez ê zebeşan neçînim. Ji ber hemû xisar e.”

https://rojnews.news/wp-content/uploads/2020/07/%D8%B3%D8%A7%DA%B5%D8%AD.jpg.webp

Cotyarê bi navê Nizar Heme Elî jî bal kişand ku ji ber nehatine firotin nîv ton berhemên xwe li xizmên xwe û xelkê xwe belav kiriye.

Nizar ê ji saet 04.00’ê sibê ve hatiye hala sebze û fêkî ya Silêmaniyê anî ziman ku îsal mesrefa berheman zêde çêbûye, lê ligel vê ti qezencek nekiriye. Nizar axaftina xwe wiha domand: “Em îsal li qezencê nagerin, em dixwazin bi ziyaneke kêmtir xwe jê xelas bikin.”

Li bajarê Silêmaniyê rojane pêwîstî bi hezar-hezar û 500 ton sebze û fêkî heye. Lê belê ji ber ti kargeheke mezin a ji bo tirşî û çêkirina doşevê nînin, dîsa nebûna sarincên pêwîst ên ji bo hilgirtina berheman û ligel vê ku berhemên li herêmê naçin derve jî nirxê kîloya berheman kêm dibe û nayên firotin.

https://rojnews.news/wp-content/uploads/2020/07/%D9%86%D8%B2%D8%A7%D8%B1.jpg.webp

Serokê Lijneya Çandiniyê ya Hala Sebze û Fêkî ya Silêmanî Serwer Elî têkildarî mijarê wiha axivî: “Ji sedî sed berhemên li vir yên navxweyî ne. Sedema ku berhem nayên firotin jî ew e naçin bajarên din. Em daxwazê ji hikûmetê dikin ku ji bo em karibin berhemên xwe bibin bajarên Iraqê derfetan çêbikin.”

https://rojnews.news/wp-content/uploads/2020/07/%D8%B3%DB%95%D8%B1%D9%88%DB%95%D8%B1-2.jpg.webp

Alîkarê Rêveberiya Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Silêmanî Rizgar Heme Xidir jî diyar kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên berhemên cotyaran planên wan hene, lê îsal derfet nîne pêk bînin.

Yek ji van planên Rizgar Heme Xidir behs kir jî ew e ji bo sala bê kargeh bên avakirin da ku ji firotina berhemên xwemalî re bibin alîkar.

https://rojnews.news/wp-content/uploads/2020/07/%DA%95%D8%B2%DA%AF%D8%A7%D8%B1.jpg.webp

Her çiqasî ji welatên derve berhem tên Herêma Kurdistanê jî, ji herêmê berhem nikarin îxracî welatên din bibin. Sedema vê jî ew e ku belgeya erêkirina kontrola berheman li Herêma Kurdistanê nîne. Alîkarê Rêveberiya Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Silêmanî Rizgar Heme Xidir têkildarî vê mijarê jî wiha got, “Wezareta Çandiniyê û Çavkaniyên Avê ya Herêma Kurdistanê ji bo wergirtina rayeya vê belgeyê ji bo karibe berheman bişîne derveyî herêmê jî ligel hikûmeta Iraqê di nav hewldanan de ye.”

(yş)

Nûçeya berê

‘Li şûna rewşenbîr bibin pêşengê gel, bûne muçexwerên bindîwar ên hizban’

Nûçeya pişt re

Vekirina kargehê bû sedema paqijiya jîngehê

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nirxê hemû kelûpelên nava bazarên Hewlêrê zêde bûne

Nirxê hemû kelûpelên nava bazarên Hewlêrê zêde bûne

Rêbendan 20, 2021
Kêmbarîna baranê bandorî li hilberîna ceyran û çandiniyê kiriye

Kêmbarîna baranê bandorî li hilberîna ceyran û çandiniyê kiriye

Rêbendan 16, 2021

‘Ji bo şandina mûçeyên karmendan ji derveyî radestkirina neftê ti riyek din nîne’

Pisporê Aborî: Di vê dema krîzê de zêdekirina bacê wê rewşa welatiyan xerabtir bike

Serokê Desteya Weberhênan: Emê îsal girîngiyê bidin beşa çandiniyê

Mûçeyê zêdetirî 10 hezar kesan hate birîn

Nûçeya pişt re
Vekirina kargehê bû sedema paqijiya jîngehê

Vekirina kargehê bû sedema paqijiya jîngehê

Yên Li Pêş

Di bombebarana dewleta Tirk de 250 sewal telef bûn

Di bombebarana dewleta Tirk de 250 sewal telef bûn

Rêbendan 22, 2021

Li herêma Balekayetî ya Herêma Kurdistanê di êrişa balafirên şer ên dewleta Tirk de 250 bizin û mihên welatiyekê telef...

Rîham Hiço: Tirkiye dixwaze pîlanên xwe yên qirêj bi Iraqê bide kirin

Rîham Hiço: Tirkiye dixwaze pîlanên xwe yên qirêj bi Iraqê bide kirin

Rêbendan 22, 2021

Hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê Rîham Hiço balkêşa ser lihevkirina Bexda-Hewlêr ya li ser Şengalê û serdana Hulusî Akar ya...

‘Tinekirina PKK’ê xeyaleke û wê ti carî ev xeyal pêkneyê’

‘Tinekirina PKK’ê xeyaleke û wê ti carî ev xeyal pêkneyê’

Rêbendan 22, 2021

Tevgera Azadî û Hizba Zehmetkêşanî Kurdistan hatina şanda leşkerî ya Tirk a ji bo Bexda û Herêma Kurdistanê, wek hewildanek...

rojnews

Li Çemankê di bombebarana Tirkiyeyê de 3 sivîl birîndar bûn

Rêbendan 22, 2021

Li gundê Giriyan a bajaroka Çemankê ya ser bi Dihokê di bombebarana balafirên şer ên dewleta Tirk de 3 sivîl...

Çalakiya xelkê Şengalê dewam dike: Emê bi berxwedanê serbikevin

Çalakiya xelkê Şengalê dewam dike: Emê bi berxwedanê serbikevin

Rêbendan 22, 2021

Çalakiya xelkê Şengalê ya bi armanca destekdayîna Asayişa Êzidxanê hatî destpêkirin, di roja xwe ya 52’ yan berdewam dike. Mamosta...

Tevî astengiya PDK’ê rojnameya Rojev Mexmûr carek din gihişt ber destê xwendevanan

Tevî astengiya PDK’ê rojnameya Rojev Mexmûr carek din gihişt ber destê xwendevanan

Rêbendan 22, 2021

Piştî ku PDK’ê nehêla şêniyên wargeha Mexmûrê derbasî bajarên Herêma Kurdistanê bibe, çapkirina Rojnameya Rojev Mexmûr jî hatibû asteng kirin....

  • Em Kî Ne?
  • Têkîlî
  • Derhaqê Me De

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK – JIYAN
  • ÇAND Û HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
  • العربية
  • کوردی

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist