Hikûmet keda cotyaran nabîne

 Cotyarên Herêma Kurdistanê berhemên xwe erzan difiroşin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê guh nade pêşniyarên wan ên ji bo armanca zindîkirina berhemên çandiniyê û pêşxistina aboriya navxweyî tên kirin.


Dema ku mirov li cadeyên Silêmaniyê re derbas dibe, bi dehan wesayîtên ku li kenarên cadeyan rawestiyayî berhemên weke zebeş, gindor, xiyar û tirozî bi nirxek kêm difiroş hene.

Firoşkar ji gundên Şarbajêr, Pênciwên û gundên sînor ku karên çandiyê dikin rojane bi sedan kîlo zebeş, gindor û fêkiyên din tînin bajar û navçeyên Herêma Kurdistanê difiroşin.

Ev firoşkarane rojane bi seatan li ber tava rojê ya germ li ser cadeyan dimînin da ku hinek pere ji bo debara xwe qezenc bikin. Her çiqas hinek kêm be jî, lê dîsan razîne. Ji ber ku diyar dikin ku debara jiyana wan li ser wî karî ye.

Yek ji wan firoşkaran yê bi navê Alan Mistefa ye ji Şarbajêre û ji gundê Mamend fêkiyan tîne li Silêmaniyê difiroşe. Alan Mistefa eşkere kir ku berhemên xwemalî gelek zêde ye  û got ku pirsgirêk ewe ku hemû di yek demê de çêdibe û cihek nîne ji bo parastinê, heta ku bikarin di demsalên din de jî sûd jê bigirin.

Alan Mistefa wiha axivî;"Piraniya berhemên me li hemû cihî çêbûne. Em sê kîlo yan jî du kîloyan didin hezar dînarî. Ji ber ku berhem pire.  Ger ji bo her çar  demsala bimaya wê qecanca wê zêdetir bûya û wê berhemên navxweyî zêdetir bibûya."

Eger dikandar yan firoşkar dû yan jî sê kîlo zebeş bidin hezar dînaran, cotyar tenê kîloyekê bi sed dînaran difiroşin wan. Yan jî xwediyê elûyan kiriya anînê li ser milê xwe digirin. Lewma cotyar diyar dikin ku gelek caran ziyan dikin û mesrefa wan ji dahata wan zêdetire. 

Firoşkar Mihemed Rehîm li ser vê mijarê got;"Erzan firoştin ziyanê digihîne cotyaran ne firoşkaran. Berhemê wan geleke û li hundir de hemû nayê bikaranîn.  Lewma eger ji bo derveyî welat were şandin em ê jê sûdê bibînin."

Îsmaîl Hisên timî li gel firoşkarên taxan fêkiyê xwe dike. Sedema wê jî erzanî û xwemalîbûnê destnîşan kir û got;"Gelek caran li ser van cadeyan torbeyê xiyar û gindor bi hezar dînaran e. "

Îsmaîl Hisên diyar kir ku divê hikûmet keda cotyaran li ber çavan bigire û amêr û cihê taybet ji bo parastina berhemê wan peyda bike.

Berdevkê Yekîtiya Hawirde û Henardekirina Kurdistanê Bextiyar Mela Ehmed li ser daxwazên cotyaran got;"Ji sala 2008'an ve me çend proje û pêşniyar pêşkêşî hikûmetê kiriye ji bo danîna sarinçan. Lê qet bersiv jî nedaye, yan jî nebûna bûdçeyê bûye sedem ku pêk neyê."

Bextiyar Mela Ehmed têkildarî henardekirina berhemên cotyaran jî diyar kir ku di vê demsalê de berhemên welatên cîran heye û pêwîstiya wan bi berhemên me nîne.

Li Başûrê Kurdistanê ji berhemên cotyaran ti berhemek din nayê çêkirin û naxin qertonan de. Ev ji dibe sedem ku aborî pêş nekeve. Herwiha hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû berhemên ji bo demsalên din ji Tirkiye û Îranê hawirde dike. Girîngiyê bi berhemên xwe malî nade.

(ab)