Hikûmet neftê difiroşe û timî deyndare

Ji ber ku hikûmeta Herêma Kurdistanê ji ber nûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê li ber deyn de daye Parlamenterê Tevgera Goran û Endamê Darayî yê Parlamentoya Iraqê Xalib Mihemed Elî li Dadgeha Giştî ya Iraqê giliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê kiriye.  Xalib Mihemed Elî li ser mijarê got; "Hikûmeta Herêma Kurdistanê deynê şîrketan daye, lê di rastî de ew şîrketane beşdarî hilberîna nefta Herêma Kurdistanê nabûne."


Di 23'yê Gulanê de Parlamenterê Tevgera Goran û Endamê Darayî yê Parlamentoya Iraqê Xalib Mihemed Elî ji ber hikûmeta Herêma Kurdistanê mûçeyên karmendan ji ber deynê xwe ve daye şîrketan li Dadgeha Giştî ya Iraqê giliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê kir.

Xalib Mihemed Elî diyar kir ku eger hikûmeta deyndar be, berevajiya yasayê ye ku pereyê mûçeyên karmendan ji ber deyn de bide û got; "Ev pereyê ku ji bo mûçeyên karmendan tên, ji wî pereyî hikûmet bide deyn hikûmeta Herêma Kurdistanê destûr û yasaya Iraqê binpê dike. Wezareta Darayî ev eşkere kiriye ku 2 milyar dolar Deyndarên şîrketan in. Ji vî pereyî milyarek û 250 milyon dolar daye. Di bingeh de ev şîrketane beşdarî hilberîna nefta nebûne heta ku hikûmet deyndarê wan be. Belku tenê boriyên veguhestina neftê firoştinê. Ji ber çi her hikûmeta Herêma Kurdistanê deyndarê van şîrketan e. Ango mijara deyn tenê bihaneyeke ji bo birina pereyê mûçe."

Li gorî madeya 10 ya yasaya bûdceya 2019'an a Iraqê hikûmeta Iraqê mehane mûçeyên karmend û pêşmergeyên Herêma Kurdistanê dişîne. Li gorî Xalib Mihemed Elî heta niha hikûmeta Iraqê 5 caran mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê şandiye. Lê hikûmeta Herêma Kurdistanê heta niha tenê du caran mûçe dane karmendan.

Li gorî daneyên Xalib Mihemed Elî dane, hikûmeta Iraqê îsal 2 tirîliyon û 266 milyar dînar ji bo mûçeyên 5 mehan ên karmendên Herêma Kurdistanê şandiye. Lê, hikûmeta Herêma Kurdistanê tenê mûçeyên du mehan daye.

Herwiha li gorî Xalib Mihemed Elî, ji derveyî pereyê hikûmeta Iraqê ji bo mûçeyên karmendan şandiye, hikûmeta Herêma Kurdistanê îsal bihayê 4 tirîliyon û 738 milyar dînar neft firoştiye. Herwiha dahata navxweyî jî 750 milyar dînare. Ango dahata van 5 mehan a Herêma Kurdistanê 7 tirîliyon û 30 milyar dînar e. Eger hikûmeta Herêma Kurdistanê mûçeyên 5 mehan ê karmendan bê paşkeft bide, tenê 4 tirîliyon û 405 milyar dînar e. 2 milyon û 629 milyar dînar ji bo hikûmeta Herêma Kurdistanê maye.

Xalib Mihemed Elî eşkere kir ku sedema mûçeyên 3 mehan ê karmendan li gel hikûmeta Herêma Kurdistanê mane, ji ber hikûmetê ev pere dane deynê şîrketan.  

 Xalib Mihemed Elî diyar kir ku ew li ser gilîkirina xwe ya li Dadgeha Giştî ya Iraqê bi israr e û wiha domand; "Eger derkete holê ku dadgeha giştî ya Iraqê nekarî vê mijarê çareser bike, em ê hewl bidin ku kampanyayê destpê bikin. Li Dadgeha Federal giliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin."

Hikûmeta Iraqê mahane 517 milyar dînar ji bo karmendên Herêma Kurdistanê dişîne. Lê mehane pêwîstiya hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo mûçeyên karmendan bi 850 milyar dînare, ji dahata nefta hundirin mûçeyên karmendan temam dike. Di 15'ê Gulanê de Serkeft Şersedîn û Ehmed Hacî Reşîd eşkere kirin ku 4 mehin Tirkiyeyê pereyê nefta hikûmeta Herêma Kurdistanê şandiye Tirkiyeyê neşandiye. Dabûn diyar kirin ku ji ber vê çendê hikûmeta Herêma Kurdistanê mûçeyên du mehan nedane.

Li gorî gotina parlamenterên Herêma Kurdistanê hikûmeta Herêma Kurdistanê nêzî 15 heta 28 milyar dolar deyndare. Hinek ji vî deynî yê şîrketên neftê ne. Berê Wezîrê Darayî yê hikûmeta Herêma Kurdistanê eşkere kiribû ku hikûmetê zêdetirî milyarek dolar deyn daye.

(ab)