Hikûmeta Fransa neçar ma guh bide daxwazên çalakgeran

Li Fransayê çalakiya êlegzeran a li dijî biryara zêdekirina baca sotemeniyê ku bi hefteyane didome, encam girt. Hikûmeta Fransayê, biryara zêdekirina baca sotemeniyê betal kir.  


Li gorî medyaya Fransayê wê hikûmet daxwazên çalakiyên li dijî zêdekirina baca sotemeniyê bi cîh bîne û dê wê biryarê betal bike.

Serokwezîr Edoûard Phîlîppe ji bo sekinandina krîza ji ber çalakiyên Êlegzeran wê daxuyaniyê bide ku ew ê bihakirina zama sotemeniyê ya ku ew ê di 1’ê Çileyê de têketa meriyetê bidin sekinandin.

Li gorî medyaya Fransayê wê Serokwezîr vê Sêşemê biryara hikumetê eşkere bike. Bi sekinandina bihakirina sotemeniyê ji bo sekinandina çalakgeran ew ê tevdîrên din jî werin stendin.

(bz)