Rêveberê Giştî yê Kompanyaya Nîştimanî ya Xaz a Îranê ragihand ku danûstandinên wan yên ji bo henardekirina xazê ya ji bo Iraqê destpê kirine û got; “Pêwîstiya Iraqê bi enerjiya xazê heye û em jî dixwazin peymanê bi wan re dirêj bikin.”
Rêveberê Giştî yê Kompanyaya Nîştimanî Xaz ya Îranê Mecîd Cekîn di daxuyanyek çapemeniyê de, behsa henardekirina xazê ya ji bo Iraqê kir û da zanîn ku danustandin destpêkirine.
Mecîd diyarkir ku pêwîstiya Iraqê bi enerjiya xazê heye, ew jî dixwazin peymanê bi wan re dirêj bikin.
Hêjayî gotinê ye dema peymana henardekirina xaza Îranê ya ji bo Iraqê serê salê bi dawî dibe.
(nr)