Iraq di rojek de 3 milyon 603 hezar bermîl neft difiroşe

Wezareta Nefta Iraqê di daxuyaniyekê de diyar kir ku di meha borî de Iraqê kariye rojane 3 milyon 603 hezar bermîl neft bi firoşe. Herwiha eşkere kir ku dahata nefta Iraqê di meha borî de gihişt 6 milyar 341 milyon dolar.


Berdevkê Wezareta Nefta Iraqê Osam Cîhad di daxuyaniyek de eşkere kir ku di meha borî de Iraqê kariye rojane 3 milyon 435 hezar bermîlên neftê bi rêya Bendera Besra bifiroşe ji derve.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku ji bîrên petrolê yên Kerkûkê jî rojane 105 hezar bermîl neft şandine Bendera Ceyhan a Tirkiye.

Herwiha Osam Cîhad eşkere kir bi rêya tankeran jî rojane 10 hezar bermîl neft hinardeyê ji derve kirine.

Li gorî heman daxuyaniyê hate diyarkirin ku nirxê her bermîlek neftê bi 56,77 dolar hatiye firotin û  dahata wêjî di meha Tebaxê de gihişt 6 milyar 341 milyon dolar.

(şk)