Iraq wê nêzî 400 hezar ton genimê cotyarên herêmê bikire

Iraq wê 390 hezar ton genimê cotyarên Herêma Kurdistanê bikire. Li gorî Wezareta Çandiniya Herêmê jî îsal nêzî 2 milyon ton genim wê li herêmê were hilberîn kirin.


Wezîrê Çavkaniyên Av û Çandiniya Iraqê wergitina 390 hezar ton genimê cotyarên Herêma Kurdistanê pejirand.

Şandeya Herêma Kurdistanê daxwaz ji Iraqê kiribû ku 2 milyon û 400 hezar ton genimê cotyarên herêmê werbigre. Lê Iraq vê daxwazê nepejirandibû û tenê wergirtina 390 hezar ton genim pejirand. Li gorî daxuyaniya Wezareta Çandiniyê ya Iraqê, wê di sala bê de, hîn zêdetir genim were wergirtin.

Hêjayî gotinê ye Iraqê sala borî 355 hezar ton genim ji herêmê wergirtibû. Li Herêma Kurdistanê sala borî 2 milyon û 100 hezar ton genim hatibû hilberandin. Li gorî berdevkê Wezareta Çandiniya Herêmê, tê payîn îsal 2 milyon ton genim were hilberîn.

Iraqê heya niha pereyê genimê salên, 2014, 2105 û 2016 yê cotyarên Herêma Kurdistanê neşandiye û deyndare. Ev pere jî dike 555 milyar dînar.

(nr)