Iraqê mercên xwe li beramberê daxwazên Herêma Kurdistanê zêdekirine

Yekşem, 26 Avrêl 2020 – 08:08  BERHEM LETÎF/ROJNEWS

Iraqê mercên xwe li beramberê daxwazên Herêma Kurdistanê zêdekirine

Ketina nirxê neftê û ji ber virûsa Koronayê rawestandina hinek sektorên ku çavkaniya aboriya Iraqê  li sere, astengî xistiye li pêş  lihevkirina Bexda û  Hewlêrê. Bexda ji bo şandina muçeyê karmendên herêmê, bendan li pêşiya daxwazên Hewlêrê bilind kiriye.


Roja 19’ê Nîsanê şandeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Wezîrê Darayî û Aborî Awat Şêx Cenab seredanek du rojî ji bo Bexdayê pêkanîn. Armanca sereke ya serdanê kêmkirina rêjeya berhemanîna neftê bû li gora ku OPEC’ê daxwaz kiribû.

Armancek din a serdanê budceya Herêma Kurdistan û muçeyê karmendên Herêma Kurdistanê bû. Ji berku niha Iraq ji ber daketina nirxê neftê û ji ber virûsê kêmbûna dahatên navxweyî yên Iraqê, dibe ku nikaribe muçeyê karmendan peyda bike.

Ji ber kabîneya nû ya Hikûmeta Iraqê nehatiye avakirin, heya niha yasaya budceyeya 2020’an nine. Ji bona wê kar li ser yasa budceya 2019’an tê kirin. Li gora  vê  yasayê divê Herêma Kurdistan rojane 250 hezar bermîl neft radestê Iraqê bike, di beramber de jî Bexda budceya Herêma Kurdistanê binhêre. Li gorî heman yasayê ger Herêma Kurdistan neftê neşîne, wê Bexda tenê muçeyê  karmendan bişîne ku ew jî dike 430 milyar dînar.

Lê niha ji ber daketina nirxê neftê, Hikûmeta Iraqê mercên xwe li beramberê daxwazên Herêma Kurdistanê zêdekirine. Iraq daxwaz ji berpirsên Herêma Kurdistanê dike, ji bilê dahata neftê pêwîste Herêm dahata deriyên sinorî û balafirxaneyan jî radestê hikûmeta Iraqê bike.

Li ser vê mijarê Endamê Komîsyona Darayî li Parlementoya Iraqê Serkewt Şemsedîn, ji Rojnews’ê re axivî. Serkewt diyarkir berpirsên Herêma Kurdistanê daxwaz ji Bexdayê dikin ku Bexda hemû beşên budceya Herêma  Kurdistanê bişîne. Di beramber de jî wê Hewlêr tevayî neftê radestê Bexdayê bike. Serkewt da zanîn lê Bexda bi vê daxwaza Herêma Kurdistanê razî nebûye û diyarkiriye ji bo ew hemû beşên budceya Herêmê bişîne, pêwîste Herêma Kurdistan tevayê dahatên Herêmê radest bike û Bexda ji nûve lîsta muçexwerên herêmê di berçav re derbaz ke.

25’ê Mijdara 2019’an Hewlêr û Bexda lihevkirinek îmze kiribûn, li gorî vê lihevkirinê diviya bû Herêma Kurdistan rojane 250 hezar bermîlên neftê radestê Bexdayê bikira. Di beramber de jî Bexda wê budceya Herêmê ku ji sedî 12 bû wê bişanda. Li gora lihevkirinê diviya bû roja 1’ê Çile 2020’an û şûn de ev lihevkirin ketiba di warê bicihanînê de. Lê ji ber pêknehatina kabîneya nû ya hikûmetê û nepejirandina proje yasa budceya 2020’an ev lihevkirin heya niha neketiye di warê bicihanînê de.

Serkewt Şemsedîn diyarkir ku ew lihevkirin êdî ti sudek nemaye ji berku pirsgirêkên Iraqê bi xwe zêde bûne. Her wiha da zanîn Iraqê diyarkiriye ti nirxê neftê nemaye û depoyên wê tije bûne, ji bona wê daxwaza hemû dahatên neft û dahatên din ên Herêma Kurdistanê dike.

Serkewt destnîşankir ku ji bo welatiyên Herêma Kurdistanê wisan baştire ku lihevkirin pêkbê û berpirsyartiya dayîna muçe bikeve ser stûyê Iraqê. Serkewt got, lê ger wisan çêbe wê ne di qezenca PDK, YNK û kopaniyên wan de be.

Li aliyê din Mistefa Kazimî yê ku ji bo avakirina hikûmeta nû hatiye erkdarkirin, mijûlê temamkirina kabîneya xwe ye. Kurd jî bûne du beş, beşek ku ji PDK, YNK û Tevgera Goran pêktê piştgiriya kabîneya Kazimî dikin, beşa din ku ji partiyên din ên Herêma Kurdistanê pêktê li dijî Kazimî ne û bawerî bi Kazimî naynin.

Serkewt Şemsedîn diyarkir PDK û YNK’ê ji bilê para wezaretan û Fuad Hisên xistina wezîrê darayî, ti mijarek din li gel Kazimî de giftûgo nekirine. Serkewt got, bi taybetî mijara madeya 140 û vegera pêşmerge ji bo deverên ji îdareya Herêma Kurdistanê qut bûyîn qet nehatine axaftin.  

Heya niha bernameya kabîneya Kazimî nediyare ka wê pirsgirêkên dinavbera Hewlêr û Bexdayê de hene bikare çareser bike yan na. Her wiha ne diyare piştî bawerî bi kabîneya Kazimî hat dayîn, wê ew jî bide ser şopa Malikî, Ebadî û Ebdulmehdî û pirsgirêkên heyî wek xwe bimînin yan na.

(şk)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist