Îsal li Şarezûr wê berhemê çandiniyê kêmbe

Baran barîna zêde ziyan bi genim û zebzeyên deşta Şarezurê gihand, çandina hinek jivan berheman jî direng xist. Cotyarên deverê jî gotin, wê îsal berhem kêmbin, berpirsên çandiniyê li Şarezurê jî eşkere kirin ku îsal ziyanek zêde bi berhemên cotyaran dikeve.


Li bajarokê Şarezur û navçeya Seyîdsadiq ên ser bi parêzgeha Silêmanî zêdetirî hezar milîm baran bariye. Ev rêjeya zêde ya baran barînê bûye sedem ku ziyanek mezin bi berhemên dexlûdan û zebze yên van deveran bikeve, herwiha bûye sedem ku çandina hinek jivan şînahiyan dereng bikeve. Ev yekjî pirsgirêk ji bo cotyarên deşta Şarezur çêkiriye.

Deşta Şarezur ji nêzî parêzgeha Helebce heya Seyîdsadiq û heya nêzî bajarokê Erbet dirêj dibe. Xwediyê zêdetirî 500 hezar donim erdê çandiniyê ye. Yek ji deştên herî berhmedar yên Herêma Kurdistanê ye, gelek berhemên cûda cûda jivan zeviyên çandiniyê tên bidestxistin.

Hinek ji cotyarên ku berhemên genim çandine têkildarî kar û ziyanên ku îsal bi berhemên wana ketin ji Rojnews'ê re axivîn.

Cotyarê binavê Osman Hemesalih ku xelkê gundê Malwanî yê Şarezurê ye wiha axivî; "Jiber barana îsal ku zêde bariya berhemê genim baş çênabe. Ji ber ku gelek jê xirabûye. Hêvîdarin ku hikûmet tanzîmatek bide me ji berku ziyanek zêde bi genimê me ketiye."

Cotyarê binavê Serbest Silêman ku xelkê gundê Kanî Keweya Çuxe got; "Jiber baranbarîna zêde ya îsal tu berhemek yê genimê deşta Şarezur çênebûye, herwiha ji ber peydabûna hinek cûrên kêzik û kuliyan jî ziyanek mezin bi genimê heyî ketiye. Tu salek wek îsal ziyan bi me negihaye."

Li ser heman mijarê Cîgirê Rêveberiya Çandinya Şarezur Osman Kerîm jî ji Rojnews'ê re wiha axivî; "Li herêma me rêjeyek zêde baran barî, vê baranê ziyanek mezin bi berhemên dexlûdan gihand. Niha hinek nexweşî dinava genim de derketine herwiha gelek cûrên mêrû û kêzikan jî dinava genim de derketine. Berhemê îsal yê Şarezur ne wek tu salên dine."

Osman Kerîm herwiha daxwaz ji cotyaran kir ku serdana zeviyên xwe bikin, dema ku nexweşiyek dîtin bila yekser rêveberiya wana agahdar bikin ji bo ku bi hawara wan de herin û alîkariya wan bikin.

Ji bilî berhemê genim, xaka Şarezurê ji berhemên wek zeveş û zebzeyên din re jî pir dewlemende. Lê li gorî cotyar dibêjin barana zêde bûye sedem ku çandina van berheman jî direng bikeve.

 Têkildarê vê yekê jî cotyarê binavê Eta Hemesalih ku xelkê gundê Tepereş yê ser bi bajarokê Seyîdsadiqe wiha got; "Ji ber baran barîna zêde îsal demê çandina berhemên mîna zeveş û bacanên sor direng ket. Ev yekjî wê bandorê li ser gihiştina berhemên me çêke. Wê berhemên me çêbin lê wê direng çêbin, wê rêjeya berhemanînê jî kêmbe. Di salên borî de di vî demî de zeveş ber girtibûn. Lê îsal emê ji nûve biçînin. Em daxwaz dikin ku dema berhemên me çêbûn di wê demê de hikûmet destûr nede ji deriyên sinorî ve berhem were nava bazarê ji bo em hîn zêdetir zerermend nebin."

Jina binavê Şemse Hewramî ku çendîn sale mîna zilaman karê çandiniyê dike wiha axivî; "Em rojine, sibeha saet 06:00'an de em tên ser karê xwe, hinek caran heya saet 12:00'an em kar dikin, 10 hezar dînar didin me, ger em heya saet çarê êvarê karbikin û şitil û dendikên zebeşan biçînin jî 20 hezar dînar didine me."

Rêvebirê Rêvebertiya Çandinaya Seyîdsadiq yê bi Wekalet Osman Ferec jî têkildarî mijarê ev tişt gotin; "Berhemê zebze, bacanên sor û wkd îsal ji ber baran barîna zêde demê wan yê çandiniyê dereng ket, jibona wê îsal wê li deşta Şarezur berhem kêmbe."

(şk)