Ji ber buhabûna zêde ya pêdawîstiyên sereke yên rojane, welatî nikarin hemû pêdawîstiyên xwe bikirin. Welatî daxwaz ji hikûmetê dikin ku çavdêriyê li ser bazarê bike, her wiha bac li ser kelûpelên hawirde rake. Dikandar jî sedemê buhabûnê bi baca ku hikûmet datîne li ser kelûpelên ve girê didin.
Li nava bazara Hewlêrê de nirxê pêdawîstiyên sereke yên rojane bi awayek ber bi çav zêde bûne. Vê yekê jî barê welatiyan girantir kiriye û nikarin hemû pêdawîstiyên xwe yên rojane bikirin.
Ji bo mînak, kartonek ava bacanan (Salça) li gor du mehên borî 10 hezar dînar çuye ser. Berê kartona wê bi 25 hezar dînara bû, niha bi 35 hezar dînare. Kîsek birinc ê 20 kîloyî bi 60 hezar dînare. Kîsek 25 kîloyî yê ard ji 25 hezar dînara gihiştiye 32 hezar dînaran. Kîsek şekir ê 50 kîloyî ji 50 hezar dînara gihiştiye 54 hezar dînaran. Yanî hemû pêdawîstiyên rojane bi rêjeyek berbiçav buha bûne.
Debarê buhabûna pêdawîstiyan de welatî û dikandar axivîn.
Welatiyê bi navê Şêrwan Şakir diyar kir nirxê kelûpel û pêdawîstiyan zêde bûye. Şêrwan got: “Baca li ser kelûpelên bazirganiyê bargiraniyek zêdetir xistiye ser milê welatiyan. Giraniya nirxê sotemenî, av û elektrîkê jî li aliyek din. Bilindbûna nirxê dolar jî bandorê li ser bazarê kiriye. Her wiha dereng ketina muçe ji aliyê hikûmetê ve jî bandorek nerênî li ser jiyana rojane ya welatiyan çêkiriye.”
Welatiyê bi navê Luqman Aleyî jî da zanîn nirxê pêdawîstiyên rojane zêde bûne, ew nikarin pêdawîstiyên xwe bikirin. Luqman daxwaz ji hikûmetê kir ku çavdêriyê li ser bazaran bike.
Welatiyê bi navê Ebdullah Îbrahîm jî destnîşan kir ku buhabuna heyî ji ber baca ku hikûmet datîne li ser kelûpelane. Ebdullah got: “Welatî nikarin li gor pêwîst kelûpel û pêdawîstiyên rojane bikirin. Baca zêde ya li ser elektrîk, av, sotemenî û bazirganiyê barê li ser milê welatiyan girantir kiriye. Her wiha nirxê pêdawîstiyên rojane gelek zêde bûne. Daxwaz dikin hikûmeta Herêmê baca li ser kelûpelan kêm bike û derfetên kar ji bo welatî û ciwanan peyda bike.”
Hin dikandarên ku nexwestin li ber kamerayê baxivin jî behsa sedemê buhabûna pêdawîstiyên rojane kirin û gotin, sedem baca zêde ya ku hikûmet daniye li ser kelûpelane. Her wiha daxwaz kirin hikûmet bacê rake daku welatî bikarin serdana bazaran bikin.
(kş)