Ji ber taybetmendiyên coxrafî yên herêmê, Hewreman bûye navenda çend berhemên cuda. Bi taybet salane li Hewreman gelek rûbehinar tê çêkirin, lê îsal ji ber hişkesaliyê berhemê rûbehinar kêm bû.
Herêma Hewreman di warê hinaran de dewlimende. Ji hinaran jî rûbehinar tê çêkirin û di nava xwarinên cuda de tê bikaranîn. Herwiha weke derman jî tê bikaranîn. Tê gotin ji bo êşa mîdê başe.
Ji nav 100 kîlo hinar 6 heta 7 kîlo rûbehinar tê hilberîn.
Mam Faruq nêzî 30 salene li Hewreman karê çêkirina rûbehinaran dike, li ser mijarê ji ajansa me re axivî.
Mam Faruq li ber karê xwe re got: “Nêzî 30 salene li gel malbata xwe bi çêkirina rûbehinarê ve mijûl im. Ji kevin ve welatiyên vê herêmê, bi karê di nava baxçe û rûbehinar, hêjîrên hişt û guzan ve mijûl in. Li vê herêmê yên baxçe û bîstan hebin bi van karan re mijûl dibin.”
Mam Faruq têkildarî ka ji bo rûbehinarê kîjan cûrê hinaran hildibijêrin got: “Dikarim bêjim, curê rûbehinarê Zelim û Ehmed Awa yekeme. Ji ber ku xweşe û hinarê wê jî gelek başe. Em bi xwe jî hinarên Selaxan gelek kêm bikar tînin û zêdetir hinarên dewanî û melîs ji bo rûbehinarê bi kar tînin. Li gel me divê hinar tirş be, ji ber ku ev cur ji bo rûbehinarê zêdetir guncave.”
Mam Faruq bal kişand ser şêwaza amadekirina rûbehinarê û got: “Piştî jêkirina hinaran û tikandina hinaran, piştre em avê jê digirin, piştre 12 saetan dikelînin. Heta ku rengê reş dibe. Eger zêde bikele, tama wê tel dibe û kêm jî bikele, wê tîr nebe.”
Mam Faruq diyar kir ku îsal ji ber hişkesaliyê berhemê guz, hêjîr û hinaran weke salên borî nebû û gelek kêm bû. Mam Faruq herî dawî got: “Em libikên hinarê li ber tirêja rojê didanîn û hişk dikin. Piştre em berhemek bi navê tişaw jê çêdikin.”
(ab)