Ji ber vîrûsa korona Îtalya wê mehane 100 milyar dolar zerer bike

Ji ber vîrûsa korona wê Îtalya mehane 100 milyar dolar zerer bike. Serokê Yekîtiya Pîşesazî ya Îtalya Fînsînizo Bukya eşkere kir ku ziyana aborî gihîştiye Îtalya û got ku piştî belavbûna vîrûsa korona wê mehane 100 milyar dolar ziyan bigihî Îtalya.


Bukya got;”Ji sedê 70 berhemên navxweyî kêm kiriye. Dahata berhemên navxweyî digiha 1800 milyar euro. Ango salane nêzî 1950 milyar dolar.

Herwiha Serokwezîrê Îtalya Giuseppe Conte hemû çalakiyên hilberînê ji ber selametiya tenduristiya xelkê welatê xwe rawestand.

Giuseppe Conte eşkere kir ku metirsiyek weke vê vîrûsê tenê di dema Şerê Cîhanê yê Duyemîn de bi ser welatê wan de hatiye.

Heta niha li Îtalya 6 hezar û 77 kes bi vîrûsa korona jiyana xwe ji dest dane û 81 hezar û 171 kes jî pê ketine.

(ab)