Zebeşên payîzê yên Şarezûr çêbûne, lê ji ber hawirdekirina zebeşên Tirkiye û Îranê, cotyarên Şarezûr nikarin zebeşên xwe firoş in û ziyanek mezin li cotyaran bûye. Li gorî gotina cotyaran, ew zebeşên ku rojane dişînin bazarê tenê kiriya wesayîtê dertêxe û ji derveyî ziyanê ti qezenca wan nîne.
Li gel destpêka demsala payîzê re, zebeşên peyîzî yên Deşta Şarezûr çêbûn. Ev nêzî 3 mehan bû cotyar pêve mijûl bûn. Tevî ku zebeşên herî baş têxin bazara Herêma Kurdistanê, lê ji ber ku nikarin firoşin zerer dikin.
Cotyarê Deşta Şarezûr Elî Mehmûd diyar kir ku 300 donim zebeşên payîzî çandiye û got: “Ev zebeşên ku min çandine xweşik in, lê li bajarê pirsgirêka firotinê heye. Ti cihekî ku em zebeşên xwe lê bifiroş in û bişînê nîne. Salên borî, me ji bo Besra, Kerbela, Necef û Bexda dişand, lê niha ji ber ku zebeşên Tirkî û Îranê li her cihî ne, bazar şikestiye. Berhemê me yê navxweyî pere nake û nayê firot in.”
Elî Mehmûd diyar kir ku berhemên ku dişînin bazarê kiriya weseyîtê dernaxe û wiha domand: “Kîloyek bi 200 dînarî ye, ev hefteyeke berhemên me çêbûye û em bi temamî zerer in. Tevî çêbûne me bar nekirine û di zeviyê de ne.”
Cotyar Elî Mehmûd bang li Wezareta Çandiniyê ya Herêma Kurdistanê kir ku pirsgirêka wan a bêbazariyê çareser bike û wiha domand: “Ji ber ku nayê firot in, em gelek zerer dikin. Me hemû mestef ji berîka xwe daye û hikûmet ti alîkariya me nake.”
Cîgirê Rêveberê Daîreya Çandiyê ya Helebce Newzad Walî li ser mijarê ji Rojnews’ê re axivî û got: “Weke Wezareta Çandiniyê, yek ji plana ne, firotina berhemên cotyarên Herêma Kurdistanê ye. Pêwîstiya vê jî bi hemahengiya li gel Wezareta Çandiniyê ya Iraqê heye. Li herêma me îsal nêzî 2 hezar donim kirine zebeş. Alîkariya me tenê dayîna, rênîşandanê ye. Me hinek dermanê kêm ji daye.”
(ab)