Ji bo lêkolînkirina mijara neftê wê lijneyek ji Bexda serdana Herêmê bike

Çarşem, 4 Berfanbar 2019 – 12:53  SILÊMANÎ/ROJNEWS

Ji bo lêkolînkirina mijara neftê wê lijneyek ji Bexda serdana Herêmê bike

Lijneya Derxistina Rastiyên Neftê, wê ji bo lêkolinkirina dahat û mijara neftê serdana Herêma Kurdistanê bike. Parlamenter Şêrwan da zanîn ku diviyabû lijne zûtir serdana Herêma Kurdistanê kriba.


Di 30’ê Mijdarê de lijneya Neft û Enerjiyê, li parlamentoya Iraqê li ser pêkanîna lijneyek ji bo lêkolîn, mijara neft û derxistina rastiyên neftê li Iraq û Herêma Kurdistanê pêkanîn. Lijne ji endamên Kurd û Ereb pêktê. Dihat payîn ev lijne di nava dû hefteyan de hemû agahiyan radestî parlamentoya Iraqê bikirba.

Endamê Parlamentoya Iraqê Şîrwan Mîrza li ser vê mijarê ji Rojnews re axivî. Şîrwan da zanîn ku ev lijneya  parlamentoya Iraqê bi armanca lêkolînkirina firotin û hevpyemanên nefta herêma Kurdistanê ye. Mîrza destnîşan kir ku tê payîn lijne bi komek berpirsên Hikumeta Herêmê û kompanyayê neftê re civînek lidarbixe. Herwiha da zanîn ku lijne serdana dîwana çavdêrî ya Herêma Kurdistanê jî bike.

Şirwan Mîrza di derbarê hatine lijneyê ya ji bo Herêma Kurdistanê de jî got; “Pêwîst bû lijne zûtir bihatiba herêmê. Lê em sedemê paşxistinê nizanîn.”

(nr)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist