Wezareta Nefta Iraqê li hemberî kompanyayên neft û enerjiyê yên li Herêma Kurdistanê kar dikin, dest bi rê û rêbazên yasayî dike. Wezareta Nefta Iraqê wê giliyê kompanyayên Herêma Kurdistanê kar dikin bike û bide dadgehê.
Li gorî Navenda Oil Report, Wezareta Neftê ya Iraqê dijî kompanyayên neftê yên li Herêma Kurdistanê kar dikin, dest bi rê û rêbazên yasayî dike. Bi vê yekê re, pêngava yekem ya ji bo bicihanîna biryara Dadgeha Federal ya Iraqê tê avêtin.
Herwiha hat ragihandin ku Wezareta Nefta Iraqê beriya niha nameyek di derbarê pêngavên Hikumeta Iraqê yên ji bo şêwazê danûstandinê de radestî herêmê kiriye. Di nameyê de hatiye gotin ku divê herêm girêdayî biryara kompanyaya Somo ya nîştimanî be.
Hat destnîşankirin ku di 5’ê Hezîranê de li ser giliyek Wezareta Nefta Iraqê divê ew kompanyayên neftê yên li Herêma Kurdistanê kar dikin, biçin Dadgeha Bazirganî ya Iraqê.
Hêjayî bibîrxistinê ye di 12’ê Gulanê de Wezareta Nefta Iraqê li ser hinardekirina nefta Herêma Kurdistanê ragihandibû: “Her herêmek ji bo hinardekirina neft û gazê, bi awayek serbixwe hevpeymanên neftê li gel kompanyayên cîhanê çêbike, ev ye dibe berevajiyê destûrê û wê daxwaza yasayî li ser van kompanyayên neftê were kirin.
(fk)