Karê Qerexerman zehmet e û berhema wê kêm e

Wextê hilberîna Qerexerman e. Ev xwarina Kurdewarî ya piştî kedeke zehmet tê amadekirin, ji ber di roja me de nirxê wê biha ye, li gor birinc û savarê kêmtir li ser sifreyan cih digire.


Her sal di nîvê meha Gulanê de cotyarên herêma Şarezor a parêzgeha Silêmanî beriya dirûtina genim, dest bi amadekirina Qerexerman dikin. Ev xwarina Kurdewarî ya piştî kedeke zehmet tê çêkirin, ji ber di roja me de nirxê wê biha ye, li gor birinc û savarê kêmtir li ser sifreyan cih digire.

Genimê Mûsilê, Genimê Gulreş û Genimê Qazî ji bo Qerexerman genimên herî diyar û guncaw in. Her wiha Qerexerman ji genimê ji bo ard tê bikaranîn cudatir e, libên wê pirtir in û payîzê tê çandin.

Li gundê Kewçiktaş ê girêdayî Şarezor hejmarek cotyar ku serê sibehê di nav zeviyê xwe yê genim de dest bi kar kirin, pêkve dest bi hilberîna Qerexerman dikin.

Karê Qerexerman ku zehmet e, berhemeke kêm jê derdikeve. Cotyarên ev çend roj in bi vî karî re mijûl in, bi du qonaxan kar dikin. Destpêkê diçînin, li erdê radixin û paşê jî agir berdidinê û vedimirînin.

Ev her du qonax ji bo berhema Qerexerman pir hesas û girîng e. Bi taybet jî cureyê genim, qutkirina wê, şewitandin û vemirandina wê karekî hostane dixwaze. Ji bo Qerexermana bi tam û lezet ev girîng e. Piştî tê birîn û şewitandin, vedimirînin. Li dû wê tê komkirin û hişkkirin. Herî dawî jî tê hêrandin.

'Ji ber biha ye hêjar nikarin bikirin'

Cotyar Serwer Ebubekir ê li gundê Kewçiktaş dimîne têkildarî çêkirina Qerexerman got,  “Em beşekê ji bo xwarina xwe dihêlin, beşekê jî difiroşin. Kîloya wê bi 3-4  hezar dînar tê firotin. Ji birincê bihatir e, lewma welatiyên hêjar nikarin bikirin.

Her çiqasî ji bo dirûntina genim hê 20 roj heye jî, Qerexerman divê hê genim kesk e bê amadekirin.

Qerexermana xwarineke bi tam a Kurdewarî ye, ji ber di roja me de nirxê wê biha ye, li gor birinc û savarê kêmtir li ser sifreyan cih digire.

(yş)