Kesên bê muçe jî ji nedana muçe bi fikarin

Çarşem, 29 Avrêl 2020 – 08:04  TERZE TEHA/ROJNEWS

Kesên bê muçe jî ji nedana muçe bi fikarin

Dabeşnekirina muçe ne tenê muçexweran xistiye nava fikaran, di heman demê de welatiyên ku bê muçe ne jî xwediyê heman fikaranin. Welatî diyardikin nedana muçe bandorê li ser hemû beşên civakê û derfetên kar dike.


https://youtu.be/mfD6J9L4Tg4″>

Roja 26’ê Nîsanê rêveberiya Desteya Wezîran a Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji ber Herêma Kurdistanê 250 hezar bermêl neft radestî Bexda nekiriye, biryar hatiye girtin ku şandina mûçeyê karmendên Herêma Kurdistanê were rawestandin.

Tevî ku şandeya Hikûmeta Herêmê ji bo li gel Bexda lihev bikin, serdana Bexdayê kirin jî lê dest betal vegeriyan herêmê. Bexda jî diyar dike ewê muçeyê ku mehane ji bo Herêma Kurdistanê dişand rawestîne.

Hikûmeta Iraqê muçeyê sê mehan yê îsal ji bo Herêma Kurdistanê şandiye, lê Hikûmeta Herêmê heya niha ti muçeyek bi ser muçexweran de belav nekiriye. Ev zêdetirê 50 rojin li Herêma Kurdistanê muçe nehatiye belavkirin.

Direngketina muçe û biryara rawestandina muçe ji aliyê Bexdayê ve, muçexwerên Herêma Kurdistanê xistiye nava fikaran. Tirsa welatiyan ji wê yekê heye ku mîna salên 2014 ta 2017’an li Herêma Kurdistanê carek din qirîza aborî derkeve.

Welatiyê bi navê Ezîz Mihemed yê di Wezareta Karên Hindirîn de karê parêzvaniyê dike, diyarkir ku ger muçe neyê wê carek din qirîza aborî derkeve. Ezîz da zanîn ji ber nebûna muçe bandor li ser hemû beşên civakê dibe.

Di dewamê de Ezîz got; “Çar meh in me muçeyê îsal wernegirtiye, herî dawî ji beriya 50 rojan me muçeyê meha 12’an a 2019’an wergirt. Ji ber nedana muçe em niha neçarin pêdawistiyên xwe bi deyn bikirin.”

Jina ciwan a bi navê Bêrîvan Merîwan ku bavê wê muçexwere, diyarkir malbata wê xwe bi wê muçeyê jiyan dikin. Bêrîvan da zanîn nehatina muçe ne tenê  bandorê li ser kesên muçexwer dike, di heman demê de bandorek nerênî li ser dikandar û kesên karker jî dike.

Karzan Ehmed’ê ku garaja wê ya wesayîtan di nava bazara Silêmaniyê de heye got; “Nehatina muçe bandorek rasterast li ser bazarê dike. Metirsiya wê yekê heye ku rewş xerabtir bibe. Hêvî bi hikûmetê  nemaye, ti bernameyek hikûmetê nine. Ger bi vî rengî berdewam bibe, wê rewşa welatiyan û muçexweran xirabtir û jiyana wan zehmetir bibe.”

Fikarên welatiyan ji wê yekê hene ku Hikûmeta Iraqê muçeyê sê mehan şandiye lê hîna hikûmeta herêmê ev  muçe dabeş nekiriye. Welatiyan diyarkirin ji ber vê yekê zêde hêviya wan bi hikûmetê nemaye ku carek din Bexda bawerî bi Herêma Kurdistanê bîne û muçe bişîne. Li aliyê din ev sê roj in ji ber nedana muçe karmendên tendirûstî û bijîşkan li Silêmanî, Helebce, Raperîn û Germiyanê dest bi grevê kirine û naçin ser kar.

(şk)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist