Komisyona Bilind a Nasandina Komkujiya Êzidiyan xwest dosya Şengalê biçe Lahê

image_print

Duşem, 1 Gelawêj 2016 – 14:43 

Komisyona Bilind a Nasandina Komkujiya Êzidiyan xwest dosya Şengalê biçe Lahê

Komisyona Bilind a Nasandina Komkujiya Kurdên Êzidî bi nûner û sefîrên welatan re li Hewlêrê civiya. Armanc ewe ku dosyaya Şengalê biçe Lahê.


HANA AZAD / HEWLÊR

Nûner û sefîrên gelek welatan di civîna îro ya li Hewlêrê de amade bûn. Qanûn û dukumentên ji bo naskirina Jenosîdê hat nîqaşkirin û nirxandin. Komisyona Bilind her wiha dosyayên der barê Şengalê de radestî sefîrên welatan kir.

Di civînê de her wiha Komisyona Bilind a nasandina Jenosîda Kurdên Êzidî, xwest ku dosyaya Şengalê ji dadgeha Bilind a Sûcên Navnetewî, Lahê re were şandin.

Rêveberê Giştî yê Wezareta Kar û Barê Şehîd û Enfaliyan, Berewan Hemdî ji ajansa me re axivî û got: “Pêwîste helwesta hemû welatan ji bo bi fermî nasandina komkujiya Êzidiyan, zelal be.”

Li gor agahiyên gihiştine ajansa me, heta niha hezar û 400 dosya der barê Şengalê de hatine amadekirin. Derveyî dukumenter û kesên ku ji destê DAIŞ’ê hatine rizgarkirin.

(ge)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Nûçeyê binirxînin.

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist