Rêveberê Pêkanîna Kompanyaya Dana Gaz ragihand ku heya nîvê serê sala bê, wê rêjeya berhemhênana gaza xwezayî li Herêma Kurdistanê ji sedî 25 zêde bike. Li gorî kompanyaya Dana Gaz jî, qezenca kompanyaya wan di 3 mehên destpêkê yên sala 2022’an de li gorî sala borî, ji sedî 125 zêdekiriye.
Rêveberê Pêkanîna Kompanyaya Dana Gaza ya Îmarat, Patrîk Elman derbarê gaza xwezayî ya Herêma Kurdistanê de daxuyaniyek belavkir.
Di daxuyaniyê de hate gotin; “Di nîvê serê sala bê de, wê berhemhênana bîra Kormor ya li herêma Kurdistanê ji sedî 25 zêde bike. Niha bîra Kormor rojane 440 milyon metrekûp gaza xwezayî derdixe û biryare ev rêje heya sala bê, bibe 700 milyon metrekûp. Ev jî rêjeya sedî 41’ê wê gazêye ku Iraq ji Îranê hawirde dike.”
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin; “Kompanyaya me li Misir, Îmarat û Herêma Kurdistanê kar dike, qezenca kompanyaya me jî di 3 mehên yekem ên sala 2022’an de, li gorî sala borî, bi rêjeya sedî 125 zêdekiriye.”
(nr)