Kompanyek Herêma Kurdistanê hemû girêbestên xwe li gel yên Tirkiye sekinand

Li Herêma Kurdistanê nerazîbûnên li dijî êrîşa dewleta Tirk a dagirker ya li ser Bakur û Rojhilatê Suriye zêde dibin. Di vê çarçoveyê de kompaniyek ya Herêma Kurdistanê wek nerazîbûn hemû girêbestên xwe yên li gel kompaniyên Tirkiye rawestand.


Her ku diçe nerazîbûnên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Suriye zêde dibin. Wek helwestek li dijî vê dagirkeriyê gelek kompanyên geştuguzarê yên Herêma Kurdistanê gelek geştên xwe ji bo welatên ji derve dan sekinandin. Bi heman armancê Kompanya Dwkane Force ya ku karê dekorasyonê û derî dikir hemû girêbestên xwe yên li gel kompanyên Tirkî rawestand.

Xwediyê kompanyê Ebdulwahid Dukanî li ser hesabê xwe yê taybet yê medya civakî peyamek parvekir û got; “Wek helwestek netewî li dijî vê hovitiya dewleta Tirk a li ser gelê me dimeşîne, wek yekem kompanya Herêma Kurdistanê ji îro pêve tevayî danûstandin û bazirganiya kelûpelan ku digihi 450 hezar dolaran li gel kompanyên Tirkî em didin sekinandin.”

(şk)