Korona li sektora hêk û mirîşkên Tirkiyeyê xist: 7 çewlik hate girtin

Yekşem, 15 Mar 2020 – 16:11  ROJNEWS / NAVENDA NÛÇEYAN

Korona li sektora hêk û mirîşkên Tirkiyeyê xist: 7 çewlik hate girtin

Vîrûsa korona ne tenê can distîne, derbeyên giran li aboriya welatan jî dixe. Tirkiye ji ber nikare hêk hinardeyê derve bike, 7 çewlikên mezin ên mirîşkan îflas kir.  


Ji ber vîrûsa Korona ya ji Çînê berbelavê cîhanê bû, bihezaran kes mirin. Ji bo pêşî li nexweşiyê were girtin, gelek welat bazirganiya bi welatên din re sînordar kirin û deriyên xwe yên bazirganiyê girtin. Girtina deriyan pêşî li krîza aborî vekir. Şîrketên Tirk jî nesîbê xwe ji sînordarkirina bazirganiyê girtin û dest bi îflasê kirin.

Şîrketên mirîşkan hinardeyê derve dikin, ji ber nikarin hinarde bikin îflas kirin.

Yek ji sektorên ku herî zêde ji koronayê bandor bûye sektora mirîşka ye. Kargeha mirîşkên hêk dikin, îflas kirin. Ji ber vê sedemê 6 hezar mirîşk hatin ser jê kirin.

Ji ber vîrûsê nikarin berhem bişînin IIran, Iraq, Azerbaycan, Kûveyt, Qeter û Sûriye yê.

Serokê Hilberîna Hêkan a Konya Iısmaîl Saraçoglu, diyar kir di sektora hêk û mirîşkan de îflas destpê kiriye.

Saraçoglu diyar kir wan par ji ber nekarî hêk bişînin Iraqê sektora hêk û mirîşkan zirereke mezin dîtibû û bi hatina koronayê re zirereke mezintir gihîştiye wan.

Her wiha dibêje, ji ber yêma mirîşkan nikarin ji derve hawirde bikin jî neçarin mirîşk ser jê bikin. Saraçoglu dazanîn eger wisa biçe, wê mirîşkên wan ji 110 milyonî dakeve 100 milyon.

(bz)

 

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist