Koronayê derb li geştyariya li Helebce û Hewreman xist

Sêşem, 21 Avrêl 2020 – 07:50  HERÊM QADIR/ROJNEWS

Koronayê derb li geştyariya li Helebce û Hewreman xist

Parêzgeha Helebce û Hewreman a di aliyê geştyariyê de xwedî cihekî girîng e, îsal ji ber nexweşiya vîrusa Koronayê derb û ziyaneke mezin xwar. Rêveberê Geştûguzariyê ya Helebce got, “Sala bihurî di vê demê de zêdetirî 60 hezar geştyar hatibûn. Lê belê îsal ti kes nehat.”


Li parêzgeha Helebce, Hewreman û derdora wê nêzî 35 dever û cihên geştyariyê hene. Ji wan beşek cihê seyrangehan e, beşek jî cihên dîrokî, bîrdarî û dînî ne.  Her sal bi hezaran geştyarên navxweyî û li derveyî welat di demsala biharê de berê xwe didin van deveran. Lê belê îsal ji ber qedexeya derketina derve ya di çarçoveya tedbîrên li hember vîrusa Koronayê de kes neçû û di aliyê aborî de ziyaneke zêde gihişt sektora li wir.

Kasibkarên li herêmê jî diyar kirin ku têkildarî sektora geştyariyê dahateke wan a baş çêdibû û wê bandor li ser tevahî beşên din jî kiriye, lê îsal rewşa wan zehmet bûye û wekî din ti çavkaniyeke wan a dahatê nîne.

Di nav van çend salan de beşek ji welatiyên herêma Helebce û Hewraman ku bi piranî bi sektora geştyariyê ve mijûl in, sal bi sal jî herêm bi saya vê pêş diket. Lê îsal ji ber nexweşiya vîrusa Koronayê rewşeke cuda rû da.

Têkildarî mijarê welatiyê bi navê Îsa Mihemed ê li Seyrangeha Çawig a parêzgeha Helebce çaycî ye têkildarî mijarê wiha axivî: “Îsal ji ber vîrusa Koronayê bazara me bi temamî nema. Ti geştyariyekî serdana Seyrangeha Çawig nekir. Me dikan bi yekcarî girt.”

Îsa anî ziman ku salên rabihurî rojê nêzî 200 çay difirot, lê îsal bazara wan sifir e.

Rêveberê Geştûguzariyê yê Parêzgeha Helebce Wehab Emîn jî bal kişand, salên bihurî hemû hewldanên wan ew bûn ji bo serdanê bang li geştyaran dikirin, lê belê îsal ji ber metirsiya belavbûna vîrusa Koronayê daxwaz ji gel kirine ku heta rewş asayî bibe kes ji bo serdanê neyê herêmê.

Wehab Emîn diyar kir ku sala bihurî di vê demê de zêdetirî 60 hezar geştyar hatibûn, lê belê îsal ti kes nehatiye.

Wehab Emîn destnîşan kir ku heta rewş bi temamî asayî nebe û li gel hikûmeta herêma biryarê wernegirin, qet nikarin bang li geştyaran bikin.

Li gel rewşa karantînayê û qedexeya derketina derve hinekî sivîk bûye jî, ji ber çend rojên din çend  Meha Remezanê dest pê dike, tê diyarkirin ku herî zû meha Hezîranê sektora geştyariyê karibe bikeve rewşeke asayî.

(yş)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist