Kurte dîroka jiyan, têkoşîn û xebata siyasî ya Newşîrwan Mistefa

Du sal bi ser wefata damezrêner û lîderê Tevgera Goran Newşîrwan Mistefa re derbaz dibe. Rojnews bi boneya duwemîn salvegera vî serkirdeyê Kurd wê di vê dosyê de bi kurtî qala jiyan, têkoşîn û xebata siyasî ya Newşîrwan Mistefa bike.


Du sal ji beriya niha di saetên sibeha 19'ê Gulana sala 2017'an de di encama nexweşiyê de koça dawî kir. 

Newşîrwan Mistefa di dawiya sala 2015'an de ji bo tedawiyê çû paytexta Brîtanya Londonê. Piştî heft mehan li Londonê ma di 28'ê Nîsana 2016'an de vegeriya Silêmanî. Piştî wê carek din ji bo tedawiyê di 3'ê Îlona 2016'an de berê xwe da Brîtanya. Di 13'ê Gulana 2017'an de carek din vegeriya Silêmanî, piştî vegerê şeş rojan yanî di 19'ê Gulana 2017'an de di temenê 73 sal û zêdetirî ji nîv sedsalê kar û xebatên siyasî, li bajarê Silêmanî koça dawî kir. Li Girê Zergete bi merasîmek girseyî hate veşartin.  

Kurte dîroka jiyana Newşîrwan Mistefa

- Li sala 1944'an li Taxa Serşeqam ya Silêmanî ji dayîk dibe.

- Xwendina xwe ji seretayî ta amadeyî li Silêmanî dixwîne.

- Li sala 1967'an Kolêja Zanistên Siyasî li Zanîngeha Bexda temam dike.

- Di destpêka salên 1970'an de ji bo xwendina bilind ya beşa Yasayên navnetewî diçe Awusturalya, lê ji ber sedemên siyasî xwendina xwe temam nake û vedigere Başûrê Kurdistanê.

 - Cara yekem karê siyasî di nava Yekitya Qutabiyên Kurdistan ya girêdayî PDK'ê de dike.

- Di sala 1969'an de dibe xwediyê îmtiyaza Govara Rizgarî.

- Yek ji damezrênerên Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistan (YNK) û Sekreterê Komela Rencderan bû.

- Yek ji alîgirên reformxwazan bû dinava YNK'ê de ta sala 2006'an Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNK'ê bû. Di heman salê de ji YNK'ê îstifa kir û kompanya Wişe damezrand.

- Di hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê yên sala 2009'an de Partiya binavê Tevgera  Goran damezrand û di hilbijartinan de karî 25 kursî li parlamentoyê bi dest bixe. Ta roja wefatê jî Serokê Tevgera Goran bû.

- Di sala 1981'an de zewicî, sê zarokên wî yên binavê Çira, Nima û Çiya hene.

- Ji bilî karê siyasî, rojnamevan û nivîskartî jî dikir. Xwediyê çend pirtûkek di warê siyasî, wêjeyî û rojnamegerî de çapkiriye.

Newşîrwan Mistefa serxwebûna Kurdistanê wekî xewna hemû Kurdan binav dikir, di vê derbarê de jî di hevpeyvînek li ser çareseriya pirsgirêka Kurd li Bakurê Kurdistanê wiha gotibû; "Ji destpêka damezrandina komara Tirkiye ve pirsgirêka Kurd heye. Li gorî ezmûna me, ev pirsgirêk ne mumkune ku bi rêya leşkerî were çareser kirin. Pirsgirêkên netewî tenê bi rêyên siyasî çareser dibin. Bi danîna nasnameya Kurd di destûrê de wê pirsgirêk çareser bibe."

KCK: Em soz didin xewna Newşîrwan Mistefa bicîhbînin

Wefata Newşîrwan Mistefa ne tenê alîgirên partiya wê xemgîn kir, di heman demê de tevayî hizbên Kurdan pê xemgîn bûn. Koma Civakên Kurdistan (KCK) jî têkildarî wefata Newşîrwan Mistefa daxuyaniyek dabû û di daxuyaniyê de ev tişt hatibûn gotin; "Em wek tevgera azadiya gelê Kurd, soz didin ku xewna Newşîrwan Mistefa bicîhbînin."

Ocalan û Newşîrwan Mistefa

Newşîrwan Mistefa çend caran serdana Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kiriye.  Nivîskar Letîf Fatih Ferec di nivîsek ya xwe de dibêje; "Di 25 salên derbazbûyî de Newşîrwan Mistefa û Abdullah Ocalan du kesayetên herî diyar û binavû deng yên di nava siyaseta Kurd de ne, nabe ku ev herdu kesayet bi tu awayek werin ji bîrkirin." Herwiha di nivîsa xwe de Letîf Fatih Ferec dibêje; "Ev herdu serkirde wek du nivîskarên diyar û pisporin di warê civaknasiya Kurd û dîroka Kurdistanê de. Bi dehan pirtûk li ser van mijaran nivîsandine."

(şk)