Li Başmax hatin û çûyîna geştiyaran zêde bûye lê bazirganî kêm kiriye

Li gorî 6 mehên destpêkê yên par, îsal hatinûçûna geştiyaran bi rêya Deriyê Navneteweyî yê Başmax zêde bûye. Rêveberiya derî jî sedemê vê yekê bi rakirina vîzeyê dinavbera Iraq û Îranê re girêda û got, lê hatûçona bazirganiyê kêmbûye.


Li gorî daneyên ku Rojnews’ê ji Berpirsê Beşa Ragihandin û Peywendiyan a Deriyê Navnetewî yê Başmax Merîwan Kerîm wergirtiye, dinava 6 mehên destpêkê yên îsal de bi rêya deriyê Başmax 223 hezar û 240 kesan ji Rojhilatê Kurdistan û Îranê serdana Herêma Kurdistanê kiriye. Herwiha 221 hezar û 215 kes jî ji Herêma Kurdistanê serdana Rojhilatê Kurdistan û Îranê kirine.

Li gorî heman daneyan par dinava şeş mehên despêka salê de ji aliyê Rojhilatê Kurdistan û Îranê 149 hezar 640 kesan serdana Herêma Kurdistanê kirine, ji Herêma Kurdistanê jî 178 hezar û 815 kesan serdana Îran û Rojhilatê Kurdistanê kiribûn.

Ger em li van daneyan temaşebikin, derdikeve holê ku hatûçona geştiyaran di şeş mehên despêkê yên îsal de 116 hezar kes zêdekirine, ji vê jimarê jî 73 hezar û 600 geştiyar hatine Herêma Kurdistan, û 42 hezar û 400 geştiyar jî ji Başûrê Kurdistanê serdana Rojhilatê Kurdistan û Îranê kirine.

Berpirsê Beşa Ragihandin û Peywendiyan a Deriyê Navnetewî yê Başmax Merîwan Kerîm sedemê zêdebûna hatûçona geştiyaran vegerand bi nehêlana pereyê vîzeyê ku herdu hikûmetên Iraq û Îranê di destpêka meha Nîsana îsal de biryar li ser girtibûn ve girêda.

Deriyê Navnetewî ya Başmax dikeve dinava sinorê navçeya Pêncwên a ser bi parêzgeha Silêmanî. Deriyek fermiye dinavbera Îran û Başûrê Kurdistanê de. Rojane di ser vî derî re bi sedan wesayîtên barhilgir çûnûhatinê li ser dikin ji bo veguhestin û anîna kelûpelan. Lê wek Rêvebirê Giştî yê  Gumirga Deriyê Navnetewî ya Başmax Şaxewan Bekir diyar kirî, îsal tevgera bazirganî li ser deriyê Başmax kêm bûye.

Şaxewan Bekir bi çend xalek sedemê kêmbûna vê tevgera bazirganî eşkere kir û got; “Despêka meha borî hikûmeta Herêma Kurdistan biryara qedexekirina wesayîtên parçe lihevxistî û hevekirî ji bo Herêma Kurdistanê qedexe kir. Herwiha bi biryara hikûmeta Iraqê yekxistina hemû gumirgan li deriyên sinorî bû sedema zêdebûna bacê li ser kelûpelên ji derve tên. Ev yek sedemin ji bo kêmbûna bazirganiya deriyên sinorî.”

Şaxewan Bekir li ser yekxistina gumirgan mînakek da û got; “Li Herêma Kurdistanê xwestekek zêde li ser wesayîtên ji cûrê Toyoto û Landgrus heye. Despêkê nêzî 2 hezar û 700 dolar gumirig li ser bû, lê niha gumirga van wesayîtan bûye nêzî 10 hezar dolar.”

Herçendî ku Amerîka Iraqê ji nava lîsta welatên ku wê nikaribin bazirganî li gel Îranê bikin derxistibe jî, lê vê dorpêça li ser Îranê bandorê li ser Iraq û Başûrê Kurdistanê kiriye. Mînak ji beriya dorpêçan, hinek kelûpel bi rêya keştiyan diçûn Bendera Ebas a li Îranê û ji wir jî dihatin Başûrê Kurdistanê, lê ji ber dorpêçê êdî ev kelûpel nikarin herin Bendera Ebas.

Ji ber giringî pênedana aboriya navxwe ya Herêma Kurdistan, piraniya kelûpelan ji derve tên, gelek kêm jî kelûpel ji Herêma Kurdistan diçin ji derve. Niha piraniya kelûpelên ku ji Îranê ve tên  Başûrê Kurdistanê sotemenî û tiştên xwarinê ne.

Celîl Tofîq şofêrê wesayîtek barhilgire, xelkê Merîwana Rojhilatê Kurdisanê ye, heft salin li ser rêya deriyê Başmax hatûçonê dike. Diyar kir ku niha herî zêde ew birinc û rûn ji bo Herêma Kurdistanê tînin, herwiha got ku ew li gora berê niha kêmtir kelûpel tînin Herêma Kurdistanê.

Biryara yekxistina gumirgên deriyên sinorî yên Iraq û Herêma Kurdistanê li ser pêşniyara Iraqê di 29’ê Nîsana îsal de herdu hikûmetên Herêma Kurdistan û Iraqê lihevkirin. Armanc ji vê yekê jî ewbû ku zêdetir sûd ji berhemên navxwe were girtin û anîna berhemên derve were kêmkirin bû.

(şk)