کوردی
العربية
TÜRKÇE
Arşîv
Sêşem, Gelawêj 9, 2022
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne

Li bazara Soran ti berhemek  xwemalî nîne

  ROJNEWS- SORAN
01/12/2021 - 7:27:58 am
in ABORÎ
0 0
A A
FacebookTwitterWhatsappEmailTelegramPinterest

Her çiqas li herêma Soran eraziyek zêde ya ji bo çandiniya zivistanî  û havînî heye, lê di demsala zivistanê de ti berhemek xwemalî lê nayê çandin. Cotyar jî sedema wê nebûna xaniyên plastîk dibîne, hikûmet jî xêrxwazan teşwîq dike ku alîkariya cotyaran bikin û ji bo wan xaniyên plastîk ên ji bo çandiniyê ava bikin.

Li bajaroka Soran nêzî 3 hezar zeviyên avî û dêm hene. Li gorî gotina cotyaran, hikûmeta Herêma Kurdistanê di warê alîkarîkirina cotyaran de ku bikarin xaniyên plastîk ava bikin û têde berhemên berhemên havînî di zivistanê de jî biçinin  xemsare.

Cotyar Ekrem Abdulllah ku di heman demê de karmendê Daîreya Çandiniyê ya Sorane got: “Li herêma Soran dehan cotyarên bi mînak hene ku dikarin di hemû demsalên salê de gelek cûrên berhemên xwemalî hilberînin. Lê dema ku hikûmeta alîkarî neke, êdî cotyar nikare li ser erka xwe hemû pêwîstiyan pêşwezî bike.”

Cotyar Ekrem Abdulllah diyar kir ku cotyar nikarin bi tenê xaniyên plastîk ji bo çandiniyê ava bike, ji ber ku xerciya wê zêdeye û ji aliyê din ve jî metirsî heye ku hikûmet û aliyên peywendîdar bazarê ji bo wan çêneke , heta ku têde berhemên xwe bifiroş in û got: “Eger hikûmet destê cotyaran negire û rewş her weke niha berdewam bike, wê li herêmê sektora çandiniyê roj bi roj ber bi tinebûnê ve biçe. Eger di warê xaniyên plastîk û bazarê de alîkariya cotyaran were kirin, wê bikarin berhemên havîna di demsala zivistanê de hilberînin û çavê me nemîne li berhemên welatên derve.”

Li Soran ji bo çandiniyê zeviyên destdayî ji bo çandiya havîna û zivistanê heye. 2 hezar û 746 donim zeviyên dêm û avî hene ku piraniya cotyaran berhemên havînê yên weke xiyar û bacanan diçînin. Di demsala zivistanê de jî ceh û genim diçînin.

Rêveberê Giştî yê Daîreya Çandiniyê ya Soran Hekîm Balekî ji Rojnews’ê re got: “Ji ber ku xaniyên plastîk nîne, ew yek dibe sedem ku di demsala zivistanê cotyar bê kar bin û bi sedan kes karê xwe û rêncberiyê ji dest bidin. Di nava du salên borî de, cotyarekê di bin xaniyên plastîk de berhemên havînê ceribandiye û bi serketî bû. Ev jî tê wê wateyê ku zeviyên çandiniyê li Soran ji bo xaniyên plastîk dest dane ku cotyar xaniyên plastîk têde danin û berhemên zivistanî hilberînin. Li gorî ceribandina wan her xaniyek plastîk li Soran dikare 10 ton xiyar berhem bîne.”

Rêveberê Giştî yê Daîreya Çandiniyê ya Soran Hekîm Balekî wiha domand: “Salane çend mînak ji bo Wezaretê tên şand, ji bo ku alîkarî were kirin û girîngiyê bide xaniyên plastîk.  Lê, bi riya xêrxwazan li ser xetê ne, da ku çend xaniyên plastîk ji bo cotyaran were çêkirin.”

(ab)

 

 

 

Nûçeya berê

  Şoreşgerê Kurd Anter Dersîm şehîd bû

Nûçeya pişt re

Bajaroka Qadir Kerem ku dergoşa berhemên xwezayî ye bêxizmetguzarî ye

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Wezîrê Petrolê yê Iraqê: Ji bo çareseriyê peywendiyên me yên li gel Herêma Kurdistanê didomin

Wezîrê Petrolê yê Iraqê: Ji bo çareseriyê peywendiyên me yên li gel Herêma Kurdistanê didomin

Gelawêj 7, 2022
Odeya Bazirganî ya Silêmaniyê: Ji bo boykota malên Tirkî li benda hikûmeta Iraqê ne

Odeya Bazirganî ya Silêmaniyê: Ji bo boykota malên Tirkî li benda hikûmeta Iraqê ne

Gelawêj 7, 2022

Iraq wê hilberîna neftê zêde bike

Umêd Qeredaxî: Boykot wê ziyanek mezin bigihîne aboriya Tirkiyeyê

Iraqê rêjeya dahat û hinardekirina neftê ya meha Hezîranê diyarkir

Giraniya li bazarê hêza welatiyan a kirînê kêm kiriye

Nûçeya pişt re
Bajaroka Qadir Kerem ku dergoşa berhemên xwezayî ye bêxizmetguzarî ye

Bajaroka Qadir Kerem ku dergoşa berhemên xwezayî ye bêxizmetguzarî ye

Yên Li Pêş

Belgefilma ‘Hêza’ xelata xwe ya 7’emîn diyarî rojnameger Denîz Firat kir

Belgefilma ‘Hêza’ xelata xwe ya 7’emîn diyarî rojnameger Denîz Firat kir

Gelawêj 8, 2022

Belgefilma ‘Hêza’ ya serpêhatiya jineke têkoşer û fermandar ya Êzidî ku ji destê DAIŞ’ê rizgarbûye  digire dest, li Mîhrîcana Belgefilman...

Şehîd Denîz Firat li Mexmûrê hate bi bîr anîn

Şehîd Denîz Firat li Mexmûrê hate bi bîr anîn

Gelawêj 8, 2022

Şehîd Deniz Firat di 8’emîn salavegera şahadeta xwe de, ji aliyê hempîşeyên xwe û xelkê Wargeha Penaberan a Mexmûrê ve...

Çavdêrê siyasî yê Iraqî: Şandeyeke Ewlekariyê ya Tirk serdana Hewlêrê kir!

Çavdêrê siyasî yê Iraqî: Şandeyeke Ewlekariyê ya Tirk serdana Hewlêrê kir!

Gelawêj 8, 2022

Çavdêrê Siyasî yê Iraqî Waîl El-Rikabî diyar kir berê niha demekî şandeyeke ‘Ewlekarî û Saloxgerî’ serdana Hewlêrê kiriye û bi...

Rojnameger û şervana heqîqetê: Denîz Firat

Rojnameger û şervana heqîqetê: Denîz Firat

Gelawêj 8, 2022

Li ser xwatirxwestina dawî ya stêrka ragihandina azad rojnameger û şervana heqîqetê Denîz Firat re 8 sal derbas bûn. Şervana...

Dîmenek nû yê çalakiya gerîla ya dijî leşkerên Tirk hat weşandin

Dîmenek nû yê çalakiya gerîla ya dijî leşkerên Tirk hat weşandin

Gelawêj 8, 2022

Gerîla TV dîmenê çalakiya 17'ê Tîrmehê ya li Girê Amediyê weşand ku di encamê de 6 dagirker hatin cezakirin. Navenda...

Li Mexmûrê Cejna Vejînê hate pîrozkirin

Li Mexmûrê Cejna Vejînê hate pîrozkirin

Gelawêj 7, 2022

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi pêşengtiya Tevgerên Jinên Ciwanên Mexmûrê  (TCJM) û Tevgerên Ciwanên Mexmûrê (TCM)...

  • Em Kî Ne?
  • Têkîlî
  • Derhaqê Me De

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK – JIYAN
  • ÇAND Û HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
  • العربية
  • کوردی
  • TIRKÎ

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist