Li deriyê sinorî yê Şuşmê gerac tuneye, lê pereyê geracê tê wergirtin

Deriyê Sînorî yê Şûşmê li parêzgeha Helebce ye û dikeve navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê de, li vî deriyê sinorî de nebûna park (gerac) û wergirtina pereyê geracê ji şûfêran bûye yek ji pirsgirêkên sereke yên şûfêran.


Deriyê sinorî yê Şuşmê dikeve nêzî bajarokê Biyare li parêzgeha Helebce, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê bihevdûve girêdide. Ev çend salin hewil têne dayîn ji bo ev deriyê sinorî bi fermî were nasîn. Lê hîna van hewildanan encam negirtine.

Ji bo her deriyek yê sinorî bibe fermî, pêwîste li wî deriyê sinorî de çend navendek têde werin avakirin. Niha li deriyê Şuşmê navenda, Karantîna, Kontrola Kalîtê, Ewlehî, Çavdêrîkirina Xurak û Hêza Sinorî lê hene. Ji bo fermî bûnê li benda biryar û îmzekirina Serokwezîrê Iraqê mane.

Ji bilî fermînebûnê çend pirsgirêkek din ên xizmetguzariyê jî li vê deriyê sinorî hene. Jivan pirsgirêkan, pirsgirêka rêyan, cihê bêhnvedana şûfêran tûneye. Vê yekê jî ji bo şûfêr û kesên li ser vê rêyê hatûçonê dikin bûye cihê pirsgirêkan.

Herwiha ew geraca ku ji bo rawestana wesayîtan hatiye çêkirin, 7 kîlometre li dûrî derî tê çêkirin û hîna temam nebûye. Şufêr nikarin wesayîtên xwe li geracê de rawestînin, lê her wesayîtek di derî re derbazî Başûrê Kurdistanê bibe, 5 hezar dînarê Iraqê ji şufêran werdigrin.

Li ser vê mijarê şufêrê binavê Heyder Mihemed ku rojane li ser vî deriyê sinorî hatûçonê dike, diyarkir ku li ser navê geracê pere jiwan tê wergirtin û wiha got; "Em nizanin ev pere ji bo kuderê û kê diçe. Heya em pere jî nedin destûr nadin em derbaz bibin."

Li ser wergirtina pereyê geracê ji şufêran, Rêvebirê bajarokê Biyare Hemîd Baram eşkere kir ku ew hatine agahdarkirin ji wergirtina pere ji şufêran û wiha got;"Me bi nivîsek fermî jorê xwe agahdarkirine, wana ji mere ragihandine ku divê wergirtina pere bi rêya yasayî be."

Li ser mijara dûr avakirina geracê ji derî jî Hemîd Baram got; "Hejmarek zêde ya wesayîtên barhilgir hatûçonê dikin.  Ji ber coxrafiya deverê, kêmaniya erazî û nebûna cadeyan li gorî pêwîst, bi biryara waliyê Helebce gerac li jêrê derî tê çêkirin."

Deriyê Şuşmê nîv fermiye, welatî tenê dikarin tiştan ji aliyê Îranê ve bînin, nikarin ji Herêma Kurdistanê bibin aliyê Îranê.

Ew tiştên ku ji Îranê ve tên jî pêktên ji; Gêç, erebaneyên destan, cûrên xuraka ji fêkiyan. Li gorî şûfêran diyar kirîn, destpêkê rojane zêdetirî 100 bar dihatin, lê piştî ku gumirgên Herêma Kurdistan û Iraqê bûn yek û gumirik bi birayara hikûmeta Iraqê hatin zêdekirin, rojane 10 bar di derî re derbaz dibin.

(şk)