Li dijî Korek Telecom û Asiacell doz hat vekirin

Parlamenterên Herêma Kurdistanê ji ber ku kartên telefonê yên Korek Telecom û Asiacell giranin, doz hemberî her dû kompanyayan vekirin.


Bi taybet li Herêma Kurdistanê kartên telefonan yên Korek Telecom û Asiacell tên bikaranîn. Lê wek mînak kartek telefonê ya 10 hezarî bi 12 hezar dînarê Iraqê tê firotin. Li ser vê yekê dû parlamenterên Herêma Kurdistanê hemberî kompanyaya Asiacell û Korek Telecomê doz vekirin.

Parlamenterên Parlamentoya Herêma Kurdistanê Hawrê Pena Mihemed yê bi ser fraksiyona YNK û Celal Mihemed yê ser bi fraksiyona Tevgera Goran di heman demê de endamên lijneya Şaredarî û Veguhestina parlamentoyê ne. Her dû parlamenteran ji ber ku bihayê kartên telefonan yên kompanyaya Asiacell û Korek Telecom giranin doz hemberî wan vekirin.

Parlamenter Celal Mihemed daxuyaniyek derbarê sedemê dozvekirina hemberî kompanyayan de da. Celal got ku her dû kompanya jî kartên telefonan giran difiroşoin welatiyan. Celal da zanîn ku karta bi 10 hezarî difiroşin 12 hezarî û wiha dewam kir; “Ev yek zererek mezin dide welatiya. Herwiha berevajiyê yasaya piştgiriyê ya madeya 456 û 453 ya yasaya Iraqê ne. Ji bo vê me daxwaz ji Dadgehê kir daku li dijî kompanyayan doza yasayî vekin û lêkolîn bide destpêkirin.”

(nr)