Li Herêma Kurdistanê ji ber Koronayê bi hezaran kes bêkar mane

Li Herêma Kurdistanê tenê ne vîrusa Koronayê, di heman demê de bêkarî û birçîbûn jî gefeke li ser welatiyan e. Ji ber vîrusa Koronayê li Herêma Kurdistanê nêzî 250 kes bêkar mane.


Li Herêma Kurdistanê ji ber nexweşiya vîrusa Koronayê bi dehhezaran kes li malên xwe dimînin û karên xwe winda kirine. Rewşa aborî ya wan welatiyan ku jixwe nebaş bû, niha nayê zanîn ka pêdiviyên jiyanî û yên xwarinê li malên wan mane yan na. Hikûmeta Herêma Kurdistanê heta niha ji bo van welatiyên xizan û karkeran ti planeke ji bo alîkariya pêwîst pêş nexistiye.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di çarçoveya tedbîrên li hember vîrusa Koronayê de, qedexe derketina derve ragihand û çûnûhatin rawestand.

Li gor Sendîkaya Karkeran a Herêma Kurdistanê ji ber vîrusa Koronayê zêdetirî 25 hezar kargehên mezin û biçûk hatine girtin.

Li gor îstatîstîkên ketine destê Rojnews jî zêdetirî 200 hezar karker û karmendên di sektora taybet de ji ber vê rewşa Koronayê bêkar mane. Zêdetirî 30 hezar kesên li bazaran, di karên înşeat û binesaziyan de dixebitin jî niha bêkar in û di malên xwe de ne.

‘Eger rewş wer bidome dê birçîtî rû bide’

Rêveberê Sendîkaya Karkeran a Şaxê Silêmanî Çalak Reuf ê têkildarî mijarê ji Rojnews re axivî got ku bi hezaran karker li malên xwe rûniştîne û ti tiştekî ew kes debara xwe ya jiyanî ya rojane pê bikin nîne. Çalak Reuf bal kişand ku eger rewş wer dewam dike dê di nav welatiyan û karkeran de birçîtî rû bide.

Çalak Reuf anî ziman ku piraniya kesên karker xwedî karekî mayînde nînin, rojane dixebitîn, her wiha di xaniyên kirê de dimînin û rewşa wan a aborî baş nîne.

Çalak Reuf destnîşan kir ku hewce ye rayedarên Herêma Kurdistanê û Wezareta Karûbarên Civakî li ser rewşa van mirovan bisekine.

Çalak Reuf axaftina xwe wiha domand: “Karker di vê pêvajoyê de nikarin bixebitin. Lê belê eger ev rewş wer bidome dê birçîtî rû bide. Ji ber rêjeyeke zêde ya karkeran nizanin dê çi bikin, heta niha jî diyar nîne ka wê hikûmet ji bo wan tiştekî bike yan na.”

 ‘Niha karê me yê pêşî Korona ye’

Têkildarî vê mijarê Berdevkê Wezareta Karûbarên Civakî Aryan Ehmed got, “Em li gel Lijneya Bilind a Têkoşîna li dijî vîrusa Koronayê guftûgoyên xwe didomînin. Niha karê herî pêşî yê hikûmetê têkoşîna li dijî Koronayê ye.”

‘Tenê bi rêya rêxistinên xêrxwazî em dikarin bibin alîkar’

Aryan Ehmed diyar kir ku karê wezaretê sînordar e, nikarin hemû biryaran bigirin û wiha domand: “Heta niha ji bo alîkariya bi karker û welatiyan re ti planek nîne. Lê belê em tenê dikarin bi rêya rêxistinên xêrxwaziyê alîkariyê bidin welatî û karkerên pêwîstiya wan bi alîkariyê heye.”

(yş)