Li Hewlêrê festîvala berhemên xwemalî

Li Hewlêrê bi armanca girîngîdan bi berhemê xwemalî û astengkirina berhemê ji derve festîvalek ya berhemên çandiniyê hate lidarxistin. Komîta amadekar a festîvalê jî diyar kir ku armanca wan ewe ku bi vê festîvalê berhemên xwemalî bidin nasandin û hîn zêdetir giringî bi berhemên xwemalî were dayîne.


Li Hewlêrê pêşangehek ya berhemên xwemalî hate lidarxistin. Di festîvalê de gelek berhemên çandiniyê hatin nîşandan. Welatiyan eleqeyek zêde nîşanî festîvalê da.

Rêveberê Festîvalê Luqman Fayeq têkildarî armanca vekirina festîvalê ji RojNews’ê re axivî û got; “Armanca vekirina vê festîvalê nîşandana berhemê xwemalî yê çandiniyê ye. Armanc ewe ku em ji aliyên peywendîdar, hikûmet û wezareta çandiniyê re ragehînin ku cotyarên Herêma Kurdistanê xwedî berhemek baş yê çandiniyê ne.”

Di dewama axaftina xwe de Luqman Fayeq da zanîn ku armanca wan ji vekirina festîvalê ne pere bidestxine, tenê armanca wan ewe ku xizmetek ji bo cotyaran bikin. Her wiha Fayeq got; “Armanca me ewe ku aliyên peywendîdar werin berhemê xwemalî yê welatê xwe bibînin, ji bo rê li pêşiya hatina berhemên ji derve bigrin.Her wiha ji bo pilanek ji bo cotyarên Herêmê daynin  ku ew bikarin berhemên xwe bişînin ji dervey Herêma Kurdistanê jî.”

(şk)