Li Îranê roj bi roj hejar hejartir dibin

Di nava çend rojên borî de ji sedê 300 tumenê Îranê nirxê xwe winda kir. Tevî Îran dixwaze weke krîzê nîşan bide, lê di bingehe de di berjewendiyê dewletê de ye û ziyanê digihîne çîna hejar. Li gorî pisporên aborî, dewlet destwerdana bazara pere dike, ji bo ku buhayê tumen hîn zêdetir bêxe.


Li gorî pêşbiniyên pisporên aborî, eger buhayê tumen bi vî awayî bikeve, wê heta meheke din her dolerekî Amerîkî bi 20 hezar tumen li bazarên Îranê de were kirin. Ji bo dewleta Îranê vê yekê çend sûdên xwe hene.

Bi giranbûna dolar û ketina buhayê tumen ji bo berîka Îranê dibe sûd. Roj li pey rojê çîna hejar hejartir dibe û berîka wan vala dibe.

Li Îranê di nava çend mehên borî de, rêjeya tiştan ji sedê 72 giran bûye. Lê mûçe û heqdesta karmend û karkeran weke xwe ye. Dewleta Îranê nepejirand ku mûçeyên karmendan were zêdekirin.

Ango ew krîza ku hikûmeta Îranê hewl dide wiha nîşan bide ku dixwaze kontrol bike, beşek bi qestî û beşek jî hikûmet bi xwe çêdike.  Ji bo ev yek bê pirsrastkirin, divê bizanin çi sûdê vê krîzê ji bo dewletê heye.

Dewleta Îranê ji aliyekê ve dibêje, ew ji giranbûna tiştên sereke neraziye, lê li pişt perdeyê, tê dîtin ku ew giranbûn bûye sedemê çend qat giranbûna bilêtên seferên hewayî ku dahata wê ji bo dewletê diçe. Bi vê yekê hemû dahata wê diçe berîka dewletê re. Ji berî ku dolarek bigihe 20 hezar tumen, dewleta Îranê bilêtên balafiran û geştên hewayî bi nirxê dolar difiroşe. Ev ji dahata geştên hewayî çend qat dike.

Ji aliyê din ve bêqîmetbûna tumen û giranbûna tiştên sereke, wiha kiriye ku buhayê wesayîtên navxweyî ku di destê dewletê de ye, du qat zêde bibe. Heta dewletê hemû ew hevpeymanên welatiyan ji berî bêqîmetbûna tumen bi dewletê re kirîn betal kir. Dewletê welatî neçar kirin ku bi nirxê nû daxwaza kirîna wesayîtan bikin.

Ji aliyê din ve firotina benzînê û hemû pîşesaziyan li ser bingehê neftê ne di bin kontrola dewletê de ye. Ango eger dewlet bi heman nirx bi dolar neft û tiştan henarde bike, wê dahatek bi tumen bikeve berîka wê de, bi dolarekê wê 20 hezar tumen be, ango dibe pênc qat.

Herwiha bankên sereke yên Îranê ku zêdetir xwedî bawerîne, eger bankên sektora taybet sûdekî kêmtir jî bavêjin li ser pereyên xelkê,  dîsan xelk serî li bankên sereke didin ku hemû li jêr kontrola dewletê de ne. Ew pereyên ku bi tumen girtine û vegerandine dolar û zêr, bi dolarek 20 hezar tumen dîsan 5 qat dike. Ango bi asayî dikare pereyê xelkê bi sûd bide û beşek zêde jî bixin xizîneya dewletê.

Ev yek di demekê de ye ku hîn ambargoya Amerîka ya li dijî Îranê nehatiye aktîv kirin. Biryare ku di 5'ê Mijdara 2018'an de biryara ambargoya Amerîka ya li dijî Îranê bikeve meryetê. Bi vî awayî wê Îran ji dolar dûr bikeve. Bi pereyê ku bi tumen komkiriye dikare heta demekê deynên xwe yên navxweyî kontrol bike.

(ab)